Di gelek qonaxên jiyanê de, Helbestkara Emerîkan a ku bêtir bi nav û deng e bi pergala otobîyografîk a bênavbirrî ya helbesta xwe û bi dengê xwe yê "gunehweşên" ê takekesî. Vê taybetîya geş û gurr a tevayîya helbesta wê ta roja îro jî hiştiye ku xwîner bi şaşî yeqîn bikin wekî gunehweşandina wê xwe dispêre hemû bûyer û qewamên di jîyana wê de.
Kawa NEMIR
Anne Sexton di 9'ê Sermaweza 1928'an de li bajarê Newtonê yê parêzgeha Massachusettsê ji dayîk bûye. Du xwîşkên wê yên ji wê mezintir hebûn û keça malbateke dewlemend bû. Sextonê li dû têkçûna rewşa xwe ya derûnî û depresyona giran dest bi nivîsîna helbestan kiriye. Wê hê di çaxa xamatîyê de çend caran hewil daye ku bi rê û awane cîyawaz xwe bikuje, lewma jî guhê psîkîyatrîstê wê Martin Orne, yê ku heta bi xwekuştina wê hewil daye ku wê pak bike, her li ser wê bûye, di gel vê hindê Sextonê jîyanek borandiye ku tijî bûye ji kêşeyên takekesî. Psîkîsyatrîstê wê, wekî parçeyekî terapîyê, han daye ku ew helbestan binivîse, wê jî bi ya wî kiriye, baş bûye wisa jî qewimîye, lewma îro ro li ber destê me berhemên wê yên poetîk ên nayab hene.
A rast, Sextonê di sala 1957'an de dest pê kiriye metnên cidî yên wêjeyî nivîsîne û di sala 1960'î de pirtûka xwe ya pêşîn a bi navê Berev Tîmarxaneyê û Veger daye weşandin ku di heyna xwe de civatên wêjeyê gelekî pesnê wê dane, wekî cîyê heqîyê. Sexton di helbestên xwe de li dora babetên her wekî kurtajê, ketina kirasan û sêhr û cizba xwekuştinê dinivîsî ku bi raya wê babetên welê berîya wê hingê tevî babetên helbestê nebûbûn, lê bi raya pirranîya helbestkarên Anglo-Sakson ên wê heyamê, "ne guncan bû û çênedibû" ku helbestê berê xwe bida wan babetên navhatî. Lê, şayanî behsê ye, qenebe sêhr û silûka babeta xwekuştinê, di wê heynê de kiriye ku gotina Anne Sextonê û ya Sylvia Plathê bikevine qabekê; di henga semînereke li ser nivîskarîyê ya li Zankoya Bostonê ya helbestkar Robert Lowell de Sextonê û Plathê hev nas kir û bûne hevalên hev. Vê hevnasînê kartêkirineke cîyê afirînerîyê li helbesta her duyan kir, û dema ku Plathê di sala 1963'yan de xwe kuşt, Sextonê der barê xwekuştina wê û xwezîpêanîna xwe ya bo wê de ew helbesta xwe ya diltezîn a bi navê Mirina Sylviayê nivîsî.
Ji ber xebatên xwe yên wêjeyî, Sextonê Xelata Dibîranîna Shelley wergirt, di sala 1967'an de jî, ji ber berhema xwe ya bi navê Bijî yan jî Bimire (1966) Xelata Pulitzerê.
Anne Sexton, ji alîyê gelek civatên wêjeyê û akademîk ve, wekî "helbestkareke gunehweşên", di nava refên helbestkarên gewre de her wekî Robert Lowell, Sylvia Plath, John Berryman, Allen Ginsberg, Theodore Roethke û ta dawîyê tê hesibandin. Her bi çi awayî be, Sexton yek ji gewretirîn helbestkarên sedsala 20'an e bo zimanê Îngilîzî û pêwîst e em li qelemê bidin ku wê ew deh dîwanên xwe, ku ya bi navê Hemû 'Ezîzên Dilê Min (1962) baştirîn dîwana wê tê hesibandin, li jêr şert û mercên terapîya psîkîyatrîk a heta mirina xwe û têkçûnên xwe yên derûnî yên berdewam nivîsîn.
Sextonê, axirî, di 4'ê Kewçêra 1974'an de xwe kuşt.
* Ji bo ku zanyarîya der barê arşîva xebatên min ên wergerê de li vir tomar bibe, ji salên 90’î heta niha min 56 helbestên Anne Sextonê ji Îngilîzî wergerandine Kurdîya Kurmancî û ev hê jî wekî pirtûk nehatine weşandin. Her wiha, ev pêlek e wergêr Rojda Yaşîk jî hindek berhemên wê werdigerîne.
(K. N.)
Têbîniya PolitikArtê: Me rengê nivîsa Kawa Nemir neguherand, ji ber ku wergêr jî yên wî ne.
Jûra Jîyana Min
Li vir,
li jûra jîyana min,
bireser diguhêrin bê rawestan.
Xwelîdankên ku mirov bi hundirên wan de bigirî,
birayê jankêş ê dîwarên ji daran,
çil û heşt tûşên textîloyê,
her yek bîbikê çavan ê ku çu caran nayê girtin,
pirtûk, her yek pêşbaz di pêşbazîyeke bedewîyê de,
kursîya reş, darbesteke kûçikan a malê Naugahydeyê,
prîzên di dîwêr de,
bendewar mîna şikefteke mozan,
xalîçeya zêrîn,
galegala panî û pêçîyan,
bixêrî,
kêreke li hêvîya yekî ku were rahêlê,
sofa, pirr westîyayî ji lêxebitîna matoşqeyekê,
têlefon,
du kulîlkên ku di nava ranên wê de reh û rîş digirin,
derîyên
ku vedibin û têne girtin wekî şehên deryayî,
çirayên
ku diniçînine min,
dadigirisînin hem xwelîyê, hem jî tîqetîqê.
Pencere,
pencereyên ku dikin ji birçînan bimirin,
ku daran wekî bizmaran dikutine nava dilê min.
Ez her roj cîhanê li wê derêkê dermale dikim,
tevî ku balinde diteqin
çep û rast.
Ez cîhanê li vir jî dermale dikim,
biskuwîtên tûlleyan pêşkêşî maseya nivîsê dikim.
Belam, çu tişt nîn e wekî ku xuya dike.
Bireserên min xewnan dibînin, dikevine dilqine nû,
bi zora, wisa xuya dike, hemû peyvên di destên min de
û deryaya ku wekî bombeyekê diteqe di gewrîya min de.
Baçermok
Çermê wî yê berbad
ê ji alîyê bazirganekî ve hatî rakişandin
wekî çermê min e, va ye di nava tilîyên min de,
texlîtekî tevnê, texlîtekî beqan.
Dema ku hê nû ji maka xwe bûbûm, yeqîn rûyê min bi vî qasî hûrik bû
û berîya ku ez ji maka xwe bibûma, yeqîn min dikaribû bifirim.
Ne xweş e; hûn lê, bi tenê xêlîyeke ji çerm
ji milên min heta navtenga min.
Ez bi şev jî difirim. Te dî yek min bipelişîne bi erdê ve,
ji bo ku neyêm dîtin.
Di Gelawêjê de, renge dar bilindî stêrkan bûn,
ez di tarîya boş de firîyam ji pelekî bo pelekî din.
Heke we ez bi fenera xwe biqefaltama,
we yê termekî gulfam î bibask bidîta,
kolîpoşman, terka zikê maka xwe dayî, sertaser di nava kurk de,
deng ketî, di ser xanî û artêşan re tev digerîya vedigerîya.
Lewma kûçikên mala we bêhna min hildikin.
Ew pê dizanin ez tiştek im divê bême girtin
li cîyekî li gorristanê, serejêr şor
wekî guhanekî bêşêwe.
Piştî Auschwitzê
Hêrs,
bi qasî qinareyê reş,
min digire ji nişkê ve.
Her roj,
her Nazîyekî,
di 8’ê serê sibehê de, zarokekî virnî digirt,
ji bo taştêyê ew diqeland
di taweya xwe de.
Û mirin bi kuja çav lê dinihêre
û diniqniqîne gemara di binê neynûka tilîya wî de.
Mirov hov e,
bi dengekî bilind dibêjim.
Mirov kulîlkek e,
ku divê bê şewitandin,
bi dengekî bilind dibêjim.
Mirov
balindeyek e, mişt herrî,
bi dengekî bilind dibêjim.
Û mirin bi kuja çav lê dinihêre
û qûna wî dixurîne.
Mirovê pêçî biçûk î helesor,
tilî mûcîzat,
ne perestgehek e,
gomek e,
bi dengekî bilind dibêjim.
Bila mirov çu carî dîsa fincana xwe ya çayê raneke.
Bila mirov çu carî dîsa pirtûkekê nenivîse.
Bila mirov çu carî dîsa sola xwe di pê neke.
Bila mirov çu carî dîsa çavên xwe raneke,
şeveke Tîrmehê ya nerm.
Çu carî. Çu carî. Çu carî. Çu carî. Çu carî.
Ez wan tiştan bi dengekî bilind dibêjim.
Annaya Ku Dîn Bû
Annaya ku dîn bû,
kêrek heye di binçenga min de.
Dema ku li ser pêçîyên xwe disekinim, fîtikekê li peyaman dixim.
Aya ez cureyekî nexweşîya jêkvegir im?
Aya min tu dîn kirî?
Aya min kir ku deng tirş bibin?
Aya min gote te tu biperikî pencereyê?
Li min megire. Li min megire.
Bibêje, te nekir.
Bibêje, na.
Bibêje.
Peyvên Meryemî bibêje balgîyê me de.
Mina danzdeh salîya jar û bejndirêj hilde
behere hembêza xwe ya bi kor de çûyî.
Bike pistepist wekî guleke cimaetê.
Min bixwe. Min bixwe weku bixwî krempûdîngekê.
Min bihebîne.
Min hilde.
Hilde.
Min agehdar bike li ser bar û doxa gîyanê min.
Kiryarên min ji binî ve eşkere bike bo min.
Zengileke zoma dirêjî min bike, bihêle ez guh bi ser de kerr bikim.
Alîkarîyê bike ku pêyên xwe tê kime zengûyan, komekîya gereke komelî bide.
Gunehên min ên di lîsta beqêl de bijimêre, bihêle ku bikirrim.
Aya min tu dîn kirî?
Aya min dengê bihîstoka te rakir, sayrinekê tu kerr kirî?
Aya min derî li derûnnasê bisimbêl vekir,
li yê ku tu wekî destgereyeke zêrîn kişandî derve?
Aya min tu dîn kirî?
Anna, ji gorrê ji min re binivîse!
Tu ji arîyên termê şewitandî û pê ve ne tiştek î, lê li gel hindê
rahêle pênûsa Parker a min dayî te.
Ji min re binivîse.
Binivîse.
Pîr
Ziravê min diqete ji derzîyan.
Hevreşî bûme ji mitêl û tûpên kaûçik.
Hevreşî bûme ji sikûmên ku nas nakim,
êdî ji min we ye ew mirin dest pê dike.
Mirin mîna xewnekê dest pê dike,
tijî ye bi hûrmûran û tîqetîqa xwîşka min.
Em xama ne, me daye ser rê em dimeşin,
ser bi serê rêya ku diçe Damariscottayê,
em tûşînan hildikin û berhev dikin.
Susankê, ba kir wê, Susankê,
te mêzera xwe ya teze lewitand.
Çi qasî şêrîn e –
min devê xwe pê tepisand,
şînê şêrîn fît dibe
ser bi serê rêya ku diçe Damariscottayê.
Tu çi dikî? Ji min bigere!
Qey tu nabînî ez xewnan dibînim?
Tu di xewnekê de çu caran ne heştê salî yî.
Li Mûzexaneya Kûr
Rebîyo, Rebîyo, ev çi qorzîyeke sosret e ez lê me?
Qey nemirim, qey xwîn danekişîya ji qazoxê de, pişik
neperpitîn ji bêhenasetîyê, qey li wê derêkê nemirim di ber
gunehê yekî de, devê min ê tirş ji sawîran negerîya qey?
Laşê min berra jî çû? Ez berra jî mirim?
Hêşta, pê dizanim, ez li vir im. Ev cîyekî çawa ye?
Sar û sosret e, jîyan bi min vedide. Min derew kir.
Erê, min derew kir. Hekena, di nava tirsonekîya kambax de,
dê laşê min ez bernedama. Ez destê xwe di cawê
xweşik didim û dêmên min sar in.
Ku dojeh ev be, nexwe wê nikaribûya zêdetir bibûya,
ne bi qasî ku gotibûne min, derasayî, ne jî xerab.
Bêhêvîtî
Ew kî ye?
Rayeke şiva hesin a ku diçe dojehê?
A ku dişikê wekî şiveke tekberan?
Hêvîya ku ji nişkê ve davêje di ser kêzînê re?
Evîna ku wekî tifê dadikişe di borîya ava gemarî re?
Evîna ku digot, heta hetayê, heta hetayê
û paşê wekî kamyonekê di ser te re diçe?
Qey tu duayek î ku serav dibe di reklameke radyoyê de?
Bêhêvîtî,
Kêfa min ew qasî nayê ji te re.
Tu li cil û bergên, yan jî li cixareyên min nakî.
Bi gewdeyê xwe yê mezin bi qasî debabeyan
bo çi li vir cî ji xwe re xweş dikî
û berê lûleya xwe didî nîvê temenekî?
Heta ku tu xwe li vir, li reh û rîşên min diedilînî,
min didî zorê ku derkevim ji jîyana ku
ev qasî ji zû ve ye bûye navika min,
qey te nikaribû binizilîyayî nava darekê?
Baş e!
Ez ê te bigirim û bi xwe re derxime gera
ku ew qas salan
zar û zimanê çek û rextên min lê lal bû.
Kûçeya Dilovanîyê ya 45’an
Hate ber serê min,
min di xewna xwe de
‘eynî wisa dît misêwa,
rast wisa hate ber serê min,
ku ez li ser Girê Fenerê hevraz berjêr dimeşim,
li nîşaneya kûçeyekê digerim –
kûçeyeke bi navê KÛÇEYA DILOVANÎYÊ.
Ne li wir e.