Akyol diyar kir ku di sala 2006'an de ji fona ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji Yekîtiya Ewropayê girtiye biryara vê xebatê daye û got; "Me ev xebat bi tomarkirin hevdîtinên bi dengbêjan destpê kir. Pişt re em çûn Êlih, Mêrdîn, Riha, Sêrt û navçeyên wê û me bi dengbêjan re hevdîtin pêk anîn. Di sala 2007'an de cîlda yekemîn derket. Pişt re me dest bi xebatên cîlda duyem û sêyem kir. Di vê çarçoveyê de em çûn Mêrsîn, Edene, Cîzîr, Wan, Îdir, Bazid û Mûşê. Me agahiyên girtin anîn û tesnîf kirin. Me agahiyên 70 dengbêjan jî di cîlda duyem de berhev kirin û ev cîld di sala 2010'an de hat çapkirin. Ji bo cîlda sêyemîn jî agahî hatin berhevkirin, lê hê nehatiye çapkirin. Di çarçoveya vê xebatê de me bi 140 dengbêjan re hevdîtin pêk anîn. Hinek ji van tomaran bi kamerayê û hinek ji wan jî bi qeydên dengan hatine berhevkirin."

'Xebat baş nehatin meşandin'
Akyol anî ziman ku ji ber kêmasiyên aborî û teknîk xebat kêm hatin meşandin û wiha axivî: "Dema ku me dest bi vê xebatê kir, me xwest em bi kamera, mîkrîfon û wênekêşê em tomar bikin. Lê ji ber tengasiyan me tomarên xwe yên dawî bi telefon û wêneyan tomar kirin." Akyol da zanîn ku xebat wekî 4 beşan meşandine û wiha pê de çû: "Me agahiyên dengbêjan û klamên wan ji dengê wan guhdar kirin û tomar kirin. Dengbêjên ku me nekarî em biçin gel wî/ê bi riya telefonê me xwe gihand wan. Der heqê dengbêjên ku jiyana xwe jidest dane de me ji malbatên wan agahî girtin. Der heqê dengbêjên li Ermenîstanê jiyane de jî me bi riya înternetê agahî berhev kirin. Xebat dê bidomin lê ji ber tengasiyên aborî me nekarî em pîlansaziya xwe bixin meriyetê. Em difikirin ku biçin Meraş, Semsur û Herêma Federal a Kurd"istanê û dengbêjên wan deveran jî tomar bikin û vana jî di cîlda 5'an de dê bên berhevkirin."

'Kurd xwedî li çanda xwe dernakevin'
Akyol diyar kir ku heta niha xebateke bi vî rengî nehatiye kirin û girîngiya xebatê bi van hevokan anî ziman: "Li tu erdnîgariya Kurd" li ser dijîn heta îro xebateke bi vî rengî nehatiye meşandin. Nemaze rasterast antolojiyeke bi vî rengî nehatiye kirin. Lewma ev xebat, xebateke girîng e. Ji ber ku televîzyon, radyo zêde bûne gelê Kurd" xwedî li çanda xwe dernakeve. Ji ber rêzefîlmên televîzyonan mirov êdî nikarin bifikirin. Lewma xebateke bi vî rengî gelekî girîng e. Ji bo nifşên pêşiya me girîng e." 

DÎHA/AMED