Apê Mihemed ê ku salên dirêj, di nava Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd de xebat kirî, li bajarê Almanyayê Kolnê dima û ev demek bû ji ber nexweşiya şekir li nexweşxaneyê dihat dermankirin. Welatparêzê Kurd yê salên dirêj ji welatê xwe koçber bû doh jiyana xwe ji dest da. Apê Mihemed ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan milisî kiribû û kurê wî Hasan Er bi navê kod(Adnan) di sala 1988’an de li sinorê  Rojavayê Kurdisanê jiyana xwe ji dest dabû. Ji bo Apê Mihemed ê ji gundê Gre Sor yê girêdayî navçeya Dêrika Mêrdînê ye, doh li Kolnê li Mala Kurdan meresim hat lidarxistin. Piştî ku kar û barên fermî wê cenazeyê Apê Mihemed bişînin Kurdistanê û li wir bispêrin axê. 

KOLN