Zanyar û nivîskarê Kurd Musa Anter (Apê Musa) ku 19 sal berê ji aliyê endramên JÎTEM’ê ve li semta Seyrantepe ya kolana 442’an a Taxa Cumhuriyetê ya Amedê hate qetilkirin, li cihê ku lê hate qetilkirin, ji aliyê xebatkarê çapemeniyê û malbata wî ve hate bibîranîn. Di bîranînê de kurê Anter Dîcle Anter, buka Anter Helin Anter, Parlementerên BDP’ê Ayla Akat Ata, Îdrîs Baluken, Parlementera Ewropa ya berê Feleknaz Uca, hunermendên NÇM’ê, rêveberên BDP’ê, înîsiyatifa Dayikên Aştiyê, xebatkarên Belavkariya Firatê, Azadiya Welat, Gunlukê, Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) û gelek kesên din amade bûn. Bîranînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Li ser navê çapemeniyê Xebatkarê Belavkariya Firatê Hakî Boltan, axaftinek kir û wiha got: „Apê Mûsa 19 sal berê ji aliyê hêzên tarî ve hate qetilkirin. Van hêzên tarî ji têkoşîna wî ya azadî û aştiyê re tahamul nekir û nexwest têkoşîna aştî û azadiyê pêş bikeve. Bi salan e ev hêzên tarî derneketin holê û hêj jî li holê tune ne. Niha dem dema pirsa wan e. Divê êdî ev hêzên tarî bên ronîkirin. Hikûmeta AKP’ê ku xwe wekî Hawariyê demokrasiyê dibîne, pêwiste ku kujerên Apê Mûsa diyar bike. Ger ku kujerên Apê Musa diyar neke, wê demê ew jî şirîkên kujeran e.“

‘Îxtîdar li dijî nirxên gel îxanetê dike’

Parlementera BDP’ê Ayla Akat Ata jî diyar kir ku wê demê polîtîka dewlete kujtinên nediyar bû û wiha got: „Ew serdem hêj didome. Hêj kujerên rewşenbir û nivîskaran ronî nebûye. Paşeroja Tirkiyeyê ya tarî ronî nebûye. Îxtîdara siyasî li dijî nirxên gel îxanetê dike. Em li vir bang li Apê Musa dikin û dibêjin. Îxtîdar vî şerî erê dike û piştgitgiriyê dide. Îro roja çareserî û aştiyê ye. Duh te li vir ji bo aştî û demokrasiyê bedel da. Îro em rêhevalên de li vir û ji bo bedelan amade ne. Divê êdî hikûmeta AKP’ê ji bo van pêkanînan lêborîna xwe bixwaze. Em ji hikûmeta AKP’ê pirsa kuşerên Aydin Erdem, Mahsum Karaoglan, Şerzan Kurt dikin û dixwazin kujerên di serdama wê de kuştin pêk anine ronîbike. Piştî axaftinan komê bê navber dirûşmeyên „Şehît namirin“ berz kirin. Kom, piştî daxuyanî û dirûşmeyan belav bû.

Li Nisêbînê jî Apê Musa hate bibîranîn
Apê Musa li navçeya Nisêbînê jî bi bernameyekê hate bibîranîn. Nivîskar û Zanyarê Kurd Musa Anter, li Navenda Çandê ya Mîttanî ya Nisêbînê bi barnameyekê hate bibîranîn. Di bernameya li navenda Çandê ya Mîttanî de Gerînendeyê Rojnameya Ozgur Gundemê Huseyin Aykol, Edîtora Rojnameya Gundemê Hanife Aydemîr, Midûrê Nûçeyan a Ajansa Nûceyan a Dîcleyê Ramazan Pekgoz, Nivîskar Onder Onder, Nivîskar Salîh Sezgîn, Şaredarên Nisêbînê Ayşe Gokkan, Dêrikê Çaglar Demirel, Şemrexê Hasîp Aktaş, Kertwênê Zeki Kavak, Stilîlê Lokman Findik, Girêmîra Omer Altun jî di navde bi sedan kes amade bûn. Di bernameye de Huseyin Aykol, diyar kir ku xwezî ew hineki din bi Apê Mûsa re jiyabûya û jê têr bûbûya. Piştî axaftinan sînevîzyona ku jiyana Apê Mûsa û kevneşopiya Çapeeniya Azad dide nîşandan hate pêşandan.

Piştî bernameya li navenda çandê kom ji bo Apê Musa li ser gora wî bibîr bînin çûn Bajaroka Sitilêlê gora wî ziyaret bikin.

AMED / MÊRDÎN