Apê Osman bi koronayê wefat kir
Li bajarê Mannheimê yê Elmanyayê Osman Turgay ê 75 salî ji ber vîrusa koronayê wefat kir. Turgay ê ji Mêrdînê bi qasî 40 salî bû li Elmanyayê dima. Kurdistaniyan ji wî re digotin Apo Osman û ew bi vî navî nas dikirin. Apo Osmên bi tenê dima û ji lewra cenazeyê wî 9ʼê Nîsanê polîsan li malê dîtin.
Osman Turgay li gundê Mercê yê navçeya Omeriya ya Mêrdînê tê dinê. Di ciwaniya xwe de ji bo xebite diçe Lubnanê. Di dema şerê navxweyî yê Lubnanê de sala 1978an derbasî Elmanyayê dibe. 42 sal bûn li Elmanyayê bi tena serê xwe dima. Ji sala 1994an ve bi sazî û dezgehên Kurdan re di nava têkiliyê de bû. Apê Osman yek ji wan sîmayan bû di nava çalakiyan de dihat naskirin.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Mannheimê xemgîniya xwe li ser wefata Apo Osman diyar kir û da zanîn ku ew bi malbata wî ya li gundê Mercê re têkilî danîne û malbata wî gotiye, em şok bûn, me wer zanî bû ku Osman di şerê 1978an ê Lubnanê de hatiye kuştin.
NAVENDA NÛÇEYAN