Min Apê Osman di du zemanên cihê de nas kir. Di nav van herdû naskirinan de şeş sal hene. Cara ewil havîna sala 1978 an bû. Ji Siwêdê ji bo biqeçaxî derketina Bakûr ango Serxetê çûbûm Şamê. Bi Kesra kurê rewşenbîrê têkoşer Hesen Hişyar re, ku hê ji salên destpêka 70'î me hev li Çekoslovakya nas dikir û wê salê li Şamê muhendis bû di febrîkeya tekstîlê de, em çûn mala Apê Osman Sebrî û em heta derengê şevê li cem wî man.
Wê şevê Apê kal bi têr û teselî behsa xebatên tevgera rizgarîxwazî li Rojava, nakokî û dijayetiyên salên 1950'î û 1960'î di nav partiyê de, îtham û bêbextiyên Selahedîn Bedredîn kirin: "Îro Selah rabûye dibêje me Apo efû kiriye, Apo bixwaze dikare bê nav partiyê. Ew kiye ku min efû bike, sek û seketê wî çend e!?"
Apo di nav axaftinê de hinek caran hêrs dibû, dengê wî radibû û destê xwe jî li maseya pêş xwe dixist: "Ji min re digotin tu wek Bismark e. Tu gelekî hişk û sert e. Tiştên tu dixwazî zor in, nehesan in, ji herkesî nayin. Ez ne bûm Bismark, lê ma ku Bismarkekî me hebûya em dê heta niha wuha jihevketî, perçe perçe mabûna. Wê rewşa me ne baştirbûya, em dê ne li cîhekî gelekî biûmetirbûna….?"
Cara duhem mehên dawî yên sala 1984'an û yên ewil ji sala 1985'an bûn. Di vê demê de ez 7-8 mehan li rojavaye Kurdistanê mam. Bi piranî li Qamişlo, li mala hevalê hêja Derwêşê Xalib mîna piraniya Kurdên vî perçê welat dimam. Di vê navê re ez çend caran ji Qamişlo çûm Şamê. Li wir jî bûm mêvanê malbateke birûmet.
Malbata li Şamê ji siyasiyên Bakûr bû û bêj hema cîranê mala Apê Osman bû. Di nav mala malbatê û ya Apo Osman de 70-80 gav ya hebûn ya tunebûn. Têkiliyên mazûvanê min bi Apê Osman re bi malbatî gelekî başbûn û demekê dersên Kurdî digirtin li ba Apo. Malbat bûbû mîna 'kufletê malê' ji bo Apo. Heftê çend caran diçû serdana Apo. Ne hergav be jî carna ez jî bi malbatê re diçûm ba Apê têkoşer. Ji van rojên bi wate û binirx gelek tişt di bîra min de mane û ne mikune jibîra bikim.
Ew roj li ba min gelekî biqedir in, hêja ne û xwediyên şopên kûr in. Li ser van rojan gelek tiştên mirov bêje hene: me dipirsî Apo tu çawayî, bersiva wî em dikenandin û didan fikirandin: “Werin emrê min hun dê bibînin mirov çawa ye.”
Carekê jî wek bersiva pirsa "u çawa yî ?' ji me re meseleyeke wiha got: "Kalekî mîna min jina wî çû rehmetê. Li şûna hefte û mehên mayî bê serêş û teqûreq temam bike, rabû ji dostê xwe keça wî xwest. Dostê di xewnên şevan de daxwazeke wiha nedipa, di nav xem û mitalan de xwe gihande malê. Keça jîr û şareza dema sebeba xemgîniya bavê xwe naskir 'bavo' got. Ev mesele min eleqeder dike. Ya hatiye xwestin ez im, ruwê te jî kar nekiriye tu bêjî na, tu û keça min ne li gora hev in, tu ne bav belê kalikê keça min tê. Îca madem wiha ye û ciwamêr ji ber dewlemendiya xwe ketiye çav xwe, ewçendî ji serxwe çûye û ferqa di nav temenê min û xwe de jibîra dike, bêjyê baş e, keça min qebûl dike, wê bi te re bizewice, belê şertekî wê heye, şert jî ne pere, mal û milk e, heger tu bikaribî ne rûniştî belê li ser piyan pantelonê xwe li xwe bikî ew jî dê te bike….."
Apê têkoşer û bi tecrûbe bi ken û dilovanî wiha gotinên xwe girêdan : "Îca ez  çawa me hûn dibînin, ez jî mîna kalê di çîrokê de ne şipê belê rûniştî pantelonê xwe li xwe dikim."

Xisletên têkoşêran...

Girêdayê doz û dawa neteweyî û xisletên ji kesên dibe têkoşerekî tevgera rizgarîxwazî çi têne xwestin wiha rêz dikir: "Mesela milet meseleyeke mezin e, barekî giran e, herkes di bin de ranabe, bi herkesî ev bar naye rakirin, ji ber vê kesê ku ji welat re dixebite, dikeve ser vê riyê divê bahweriya wî pirr xwurt be, bi xelkê xwe bahwer be û doza neteweyî di ser her tiştî re bigre ku ne wiha be û ne xwediyê van xisletan be wê zû biwest e."
Ji van rojên em diçûn ba Apê Osman, gelek notên min hebûn. Destpêka 1985'an li balafirgeha Çekoslowakyayê ji ber talûka ku rejîmê Husak wê min teslîmê Tirkiye bike, min giş mehû kirin ku heta niha jî nikarim ji bîra bikim.
Kesên ku Apê Osman Sebrî nas dikin û ew li mala wî ya li Taxa Kurdan li Şamê ziyaret kirine, zanin ku raserî cihê ew tim lê rûdinişt, miqabil devê derî, li ser dîwêr, afîşeke şehîdan hebû. Di nav nirxên neteweyî û însanî de ji bo wî şehîd ewçendî mezin û pîrozbûn ku, tim li binya wan rûdinişt û di nav axaftin û di sohbetên xwe de tiştekî ku teqez bi dubarekirin digot, dianî bîra mirov, bala mirov dikşande ser hebû. Ew jî wêneyên di afîşê debûn.

Mirina layiqî şoreşgeran...

Kalê di ser heftêyî re, hinekî li ser milê xwe yê çepê dizîvirî, serê xwe ber bi jor de vedikir û bi destê çepê şehîd destnîşan dikirin û pê re jî digot: "Hun jî mîna wan bin, di nav livînan de nemrin. Di qonaxek wek ya îro de ku welat jêrdest û parçeparçe ye, zilm û çavsorî li qirikê ye, em hê nikarin navên zarokên xwe li wan bikin, em bi zimanê xwe nikarin qise bikin, em nikarin bêjin em Kurd in. Mirina di nav livînan de, bi mirovên şoreşger nakeve. Kesê ku difikire ji bo gel û welatê xwe tiştekî bike û ji bo vê kirinê ciddî ye, gerek ne di nav livînan de, belê di nav xebatê de; di şer de, di meş û çalakiyan de, di dema nivîsandin û afrandinekê de serê xwe deyne. Her mirin jî nemirin e, mirina ji mirinê jî baştir heye."


Têkoşîneke 88 salî

Jiyana Apê Osman Sebrî, apê ji eşîra Mirdêsa, Mirdêsa di nav bajarên Meletî, Riha, Siwêrek û Semsûrê de, ji gundê Narinca Kaxta ku di temenekî 88 salên di nav 1905 - 1993'an de nemirbûye, heger ji bo hesankirinê mirov di çend qonaxan de bigre dest wê ji awira fikirdyinekê, destpêkeke nebêcîh be.
Salên di nav 1905 û 1922'an de salên zaroktî, xwendina Ruştiye û meh, salên destpêka xortaniyê ne. Di vê qonaxê de wek kurê serekê eşîrê, serekê bavik û malbatê û ji diranên herêma xwe, ji bo semyantiya eşîrê tê perwerde kirin.
Li der û dora salên 1915-1916'an bavê wî dimre, dayik bi ap re dizewice û hê dema temenê wî 9/10 salin bi êşa bêbavmayînê dihese. Apê wî hez ji biraziyê xwe dike, wî diparêze, dide xwendin.

Salên hişyarbûna netewî

Salên piştre dibistana Ruştiye bi navê wê demê û di dereceya dibistana navendî ya îro de diqedîne. Di 18 saliya xwe de Apê Osman mamosteyekî bi navê Ismeîl Efendî nas dike û ev jî berê jiyana wî dughere.
Hestên wî yên neteweyî hişyar dibin û ev naskirin wî dehfî nav gereke siyasî û têkoşeriyeke neteweyî dide. Bi gotinên Apo ew "ji şaşî û çepeliyên rêzana eşîrtî dûr dikeve", dev ji berendamtiya semyantiya eşîrê berdide: "Êdî ez ne ew gundiyê çav nepişkuvî bûm. Roj bi roj tiştine nû hîn dibûm û ji bo têkoşîneke xwurt û dijwar pêk dihatim." 
Ji bo salên di nav1922-1929 an de jî mirov dikare qonaxa duhem bêje. Di vê demê de Apê Osman êdî sal bi sal zêdetir dadgere aliyê siyaseta neteweyî, ev sal dibin salên hişyarbûn û xwenaskirinê, salên serwextiya beramber zilma dewletê. Di van salan de ap û xalên wî têne girtin. Osmanê xort û dilêr dikeve pêşiya leşkerên dewletê bi darê tifingê Apê xwe Şukrî  ji nav lepên dewletê derdixe. Cardî di van salan de carekê li Denizliyê û cara dawî jî li Meletya du caran dikevve zîndanê, di zikhev de li dora sê salan bi navber be jî radize. Bi efwa sala 1928'an ji zîndanê derdikeve. Belê gelek tê re naçe careke din serê sala 1929'an bi 26 serokeşîr û axeyên welêt re êdî ew di zîndana Meletiyê de ye.
Subayekî Kurd bi navê Husên Husnî wî ber dide û di nav xwe û wî de mîna sirekê bidiyê dibêje: "Bahwerim ku tu yê bi kêrî miletê min bêyî. Heger serê min tê here jî ez dê te û hevalên te berdim? Li vî welatî nesekin, Tirk wê te bidin kuştin."15.
"Piştî 7 mehan wî ciwamêrî em bi dijwariyeke mezin berdan" dibêje Apê Osman û gotinên efserê kezebşewêt dibe zingîniyeke berdewam li ber guhên wî, jê re dibe îkaz, dibîranîn û rêpêşanderiyeke jiyanî. Apê Osman peyvên Husên Husnî dike guhar û dixe guhên xwe û ew roj û heta roja koça xwe ya dawî, dibe dijberekî dewletê, şervan û rewşenbîrekî gel û welatê xwe.

Salên têkoşînê

Êdî Apê Osman, ji bo tolhildan û heyfhilanînê bi biryar û sondxwarî ye, hestê lêdana li dijmin wî radipêçe, dibe rik û kîneke bêdawî ku wek damareke zindû xewn û xeyalên wî himbêz dike û di hevpeyvînekê de wiha behsa wê qonaxê dike:
"Heya ku bikaribim bi kêrî gelê xwe bêm û tola herdû apên xwe û çend xalên min ku bi destê Tirkan hatibûn kuştin bistînim."
Di van salan de li Bakur şertên jiyan û maneke birûmet nemane, nameya Mirdêsiyan ji Şêx Seîd re ku tê de pilanê avêtina ser bajarên derûdor wek Mereş, Dîlok û Meletya heye berî bighe destên serhildêran, Şêx dikeve destên dewletê, şoreşa Şêxê neteweyî bi îdameke 49 kesî, bi awayekî xwênawî û tirajîk bidawî bûye, rejîmê kemalîstî di nav êrîş û palamareke heralî û bêbav de ha li vir û ha li dera han nêçîra Kurdan dike,wan dikuje, davêje zîndanan, ceze li wan dibarîne, li aliyê din bavik û eşîra Mirdêsiyan ji hev ketiye, dewletê dest daniye ser mal û milkê malbatê, misadere kiriye.
Sala 1929'an 24'ê meha 12'an Apê Osman Sebrî dadikeve jêr, binxet dibe, derbasî wî aliyê sînor, xeta Frensawî dibe. Ew ne siyasetmedarê ewil û ne jî yê bi tenê ye ji Bakur derketiye.
Gelek law û keçên ji Dêrsimê, Çewlikê, Amedê, ji Wanê, ji Stenbol û her aliyê perçê Serxetê, rewşenbîrên wek Nûredîn Dêrsimî, zarwên mala Cemîl Paşa, yên malbata Bedirxaniyan, ji Mala Eliyê Ûnis Qewmê Çiyê, kesayetiyên wek Nûreddîn Zaza, Doktor Nafiz, Qedrîcan, Cegerxwîn, Hesen Hişyar û bi sedan têkoşer ji hejmarek niwêner û endamên rêxistin, komele û saziyên çendrengî li perçê em îro jê re dibêjin Rojava kom bûne. Ji bo salên ji vê sala binxetbûna Apê Osman û pêde jî binavkirina qonaxa sêhemîn wê ne şaş be.
Berî Apê Osman perçê Bakur bughere bi du salan, Kurdên penaber û derketî, bi navê Xoybûn rêxistinek avakirine. Li gora lêkolînerên mîna Rohat Alakom rêxistina ewil ya mirov dikare jê re bêje hemdem. Apê Osman dibe endamê Xoybûnê.
Piştî du salan ji Xoybûnê dûr dikeve û di saziyên din de dixebite. Sebeba dûrketina wî jî nexweşî, miqeresî, lihevnekirin û xwejihevdalqandinên di nav Xoybûnê de ne.
Şikestin û binketina Şoreşa Agiriyê jî ku ji bo giş endamên Xoybûnê û siyasetmedarên Kurd hêviyeke mezin bû ji aliyekî din ev nakokî gurtir kirin. Paşgotinî, axaftinên li dijê hev, bêhn li xebatê çikand û bi her roja derbasbû re xebata siyasî û rêxistinî sist bû, rêxistinê bahwerî û hêviya bi xwe winda kir, ji dest da.

Helbestvan û nivîskar

Salên ewil Apê Osman çend caran derdikeve Bakur û davêje ser qereqolên dewleta Kemalîstî. Bi dû çalakiyeke wiha de dewleta Fransa Apê Osman û Kurê wî sorgonî Madagaskarê dike. Salên bi dû şikestina serhildana Agirî de diçe Başûrê welat, li wir tê girtin û dikeve zîndanên Mûsil û Bexdê, sal 1931 e.
Salên di nav 1930-1940'an de li ser dîrok, sosyolojî û çanda Kurdan kûr dibe. Ji kovarên Hewar, Ronahî û Roja Nû re dinîvisîne, analîzên civakî dike û helbestên her yek ji wan mîna bang û mesajeke neteweyî ye diweşîne.
Osman Sebrî di sala 1944'an cara duwemîn dizewice, zewaca vê carê bi xanimeke esilçerkez re ye. Ji vê jinê jî bi navê Hoşeng, Hoşîn, Heval, Hingur û Hêvî; 3 kur û 2 keçên wan çêdibin. Kebaniya wî ya duhem û dawî sala 1986 an diçe ser dilovaniya xwe. Ji Zarwên wî Hoşeng li Berlînê, Hoşîn û ne şaş bim du xwişkên xwe Hingur û Hêvî li Siwêdê dimînin.
Di salên 1950 de ji bo damezrandina partiyeke Kurd dixebite.  Ev xebat encam dide û sala 1957'an ew, Dr. Nûredîn Zaza, Reşîd Hemo û Hemîdê Derwêş Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyeyê ava dikin û bi xwe dibe serokê wê. Salên 1965-1969'an sekreterê heman partiyê ye, Sala 1971'ê ji vê partiyê istîfa dike û xwe bi temamî dide ziman û wêjeya Kurdî. Êdî Apo heta sala koça xwe ya dawî ji siyaseta aktîv dûr dikeve, di van salan de ji kovarên mîna Çiya, Hêvî û Armanc ku li Ewropa derdikevin re dinîvisîne. / Bîraînên Osman Sebrî, Aram 2004 Stenbol/
 Çend berhemên Apo: Çar Leheng-1984,  Apo- Elmanya, Dîwan-Hemreş Reşo, Bahoz û çend nivîsarên din-1956 Şam, Derdên me -957  Sûriye, Gotar û Helbest,  Elîfbêya Kurdî-1954,Elîfbêya Tekûz-1982 Stokholm

Heger ez mirim..

Xwediyê jiyaneke tije têkoşîn û berhemdarî ya ji bo gelê Kurd Apê Osman Sebrî roja 11'ê Mijdar a  sala 1993'an çû ser dilovaniya xwe. Ev gotina Apê Osman jî ji aliyê kesên Apo ji nêzîk de naskirine wê bibîr bînin: "Heger ez mirim û min Kurdistan nedît, li ser laşê min gurzên gulan daneyînin."Gor li gundê Berkevrê nêzîkî bajarê Tirpesipiyê ye.


MÎRHEM YÎGÎT