Hin mirov hene, cihe wan yê di nava civatan de, siya wan a li ser gel, dostaniya wan di nirxeke payeberz de ne. Li pey kesayetiyên wiha kemilî û sofîst nivisandin gelek dijwar e. Mirov ditirse ku nikanibe wê payeya wan bi kesayetiyên xwe yên têrtêgihîştî bidestxistine bi awayeke zelal bîne ziman. Lê ezê dîsa bixebitim ku welo tenê çend gotin jî be, li ser Apo Musa binivîsim.
Apo Musa yê Koçgîrî miroveke dilsoz, rûgeş, ji alikariyan re amade, zarxweş, merd, şenahiya civatan bû. Kesên ku ew dinasî ne ji sohbeta wî, ne ji devkeniya wî, ne jî ji gotinên wî yên edilandî û bi wate têrnedibû. Bi taybetî ji di nava komaleya Frankfurtê de wek çirûskekê ji zanyariyê bû mîna Alîşêr hêvî direşand hevîrdora xwe. Welatparêzan di kesayetiya wî de Alîşerê nemir didît.
Çavên wî yên mezin ên qehwe-xezalî, sûretên wî yên tijiyên bi esmeriyeke xweşik, devkeniya wî ya gamze li gepa wî vedida, awirên wi yên bi giştî nîşana kamilî û rûsipîyê bû, bandor li hemû kesayetiyan dikir.
Bi wî salê xwe jî ji erkê xwe nedirevî, di meş û çalakiyan de di rêzên pêşiyê de cihê xwe digirt. Mirovên hawîrdora xwe teşwîkê welatparêziya bi dil û can dikir. Dema keseke biyanî jî ji derva bihata xwe li wî û rugeşiya wî digirt û diçû li maseya wî rûdinişt. Kêliya ku mijûliyên wî gohdarî dikir jî, careke din dihat.
Gava komaleye gundê wan Kadiköy hate demezirandin, ji boku endamên wê komaleyê ji welatparêziyê dûrnekevin, ji bo ku bikane wê komaleyê jî biguhezîne cigeheke welatparêziyê, di nava wê komaleyê de cihê xwe girt, lê erk û barê komaleye welatparêzan jî li cîh nehîşt, xebitî ku wan jî bikişîne şev û çalakîiyan.
Du xwişk û birayekê Apo Musa yê Koçgîrî hebû, ew yê duyemîn bû. Wi jî wekî hemû Kurdan baş nedizanî ka kîjan rojê, kîjan mehê û kîjan salê hatiye dunê. Lê di nasnameya ku dewleta tirk dabûn wî de, sala 1937 dinivisand. Dema min carê jê pirsî bû, ka kengê hatiye dinê: Wî gotibû: „ê me Kurdan tenê xwedê dizane. Ji ber ku dewlet ne dewleta me ye, tu tiştekê me rast nehatiye nivisandin.“
Min herî zêde ji forma axaftina wî ya bi devoka Koçgîrî hez dikir. Gelek caran dema em dihatin ba hev, min bi zanistî ew dida axaftin ku ez bikanim ji zarê wî yên xweş, çêşta devoka Kocgîrî bigirim. Carê ji min re gotibû: „Eger serhildana Koçgîrî ya di pêşengiya Alîşêr de bi ser ketiba, dê devoka Koçgîrî biba Kurdiya bilind!“ Min gelek peyvên tenê li devera Koçgîrî tên bikaranîn ji wî standibû.
Apo Musayê Koçgîrî ji ber neçariya debara malê di sala 1970 î de berê xwe dide Almanyaye û li vir wekî karker dixebite. Lê ta di wan deman de jî mêla xwe li ser welatparêziyê ye. Di dilê wî de pêlên serhildana Koçgîrî radibe kelakelê, dema cara yekem endamên Tevgera Azadî dinase, bê dudiliyan wek dilxwaz û welatparêzekî li gor hêza xwe hin erkan werdigire.
Lê jiyan ne hêsan e. bi pêvajoya salan re bedena mirovan ji tendûristiya xwe hin tiştan wenda dike. Li wî jî pirsgirêka gurçikan çêdibe. Ji ber we egerê jî di divêtiya bi makîneya diyalîzê re hevaltîkirinê de dimîne. Kêliya nexweşiya wî giran dibe Hosiyê xwe dike û dixwaze kû şîna wî li komaleya Frankfurtê were li darxistin û cenaza wî bişînin welêt.
Gava Kurdên hawîrdora Frankfûrtê bihîstin ku Apo Musayê Koçgîrî çûye ser dilovaniya xwe, bi tevayî berê xwe dan komaleya Frankfurtê ku bikanin xatirên xwe ji Apo Musayê Koçgîrî bixwazin.
Xwedê hezar car rehma xwe lî ke. Tîja xizirî li ser gora wî vede. Emê tu carî wî ji bîr nekin. Hêviya me ew e, welatparêzên li hawîrdora Frankfurtê li biranîna wî xwedî derkevin û komaleya Frankfurtê hê xwrtir bikin.