Desthilatdarî nexweşiyeke û wek “girrê siyasî” derdikeve pêş. Dema ku nexweşî giha radeya girr, gurrî dibe, çepelî û kuştinê bi xwe re tîne.
Desthilatdariya AKPê, bi vê nexweşiyê ketiye û di qirkirina siyasî de jî bûye devê şûr. Lewma xwe kiriye dewsa huquq, fermanan dide û biryaran j dide. Êdî ne tenê Kurdan, kesên li dijî xwe jî sucdar dibînin. Tenê sucdar nabînin, layikî cezakirinê dibînin û vekirî dibêjin jî.
Siyasî bin, burokrat bin, rewşenbîr bin, gundî bin, tofanzede bin, kesên li dijî wan gunehkar e, pêwiste werê ceza kirin. Ev rewşa bextreş, bi “aqlê dewletê” nayê naskirin; “aqlê cemaetê” ye û metirsînî ye. Dadgerî, çapemenî, siyaset, pere, burokrasî, ol, ji bo tofanzedeyan alîkariya jiyana rojane û her cûre amûrê jiyanê, alavê vê zihniyeta bextreş in.
Li tu welatên cîhanê, serokwezîr nikare patronên medya, rojnamevan û nivîskaran li hev kom bike û “birîfîngên ayar-kirinê”bidê wan. Li Tirkiyê serokwezîr, vî mafî di xwe de dibîne.
Li tu welatî serfermandarên artêşê nikarin patronên medya, rojnamevan û nivîskaran kom bikin û brifîngên-ayarê bidê wan. Li Tirkiyê, serfermandar vî mafî di xwe de dibîne û dikare “andiç”an jî amade bike.
Ev kelem û sîxên ku dilê demokrasî bixwîn dikin e.
Li Tirkiyê, ev kar teva dibin navê, “têkoşîna li dijî terorê” de têne kirin. Ev derewa herî mezin e. Hemberî ku ev kanun derîd emê û derî mafên mirovan e jî, desthilatdariya AKPê, bi navê kanunê derewan dike. AKPe, tolhildana kîndariya siyasî dike. Naxwe, 108 rojan astengkirina parêzeran ya bi Ocalan re, bi kîjan kanunê dikare werê binavkirin?
Binêrin, hunandin û aqliyeta desthilatdariya AKPê, “cemaetî” ye. Mînaka vê jî Cemaeta Gulen û bextreşê Fetullah (Fitne-ullah) Gulen e. Cemaet olî ne. Ol jî, rexne, şîroveyan –huquq jî, maf jî di nav de- qebûl nake. Yanî, aqliyeta “cemaetê”, huquq, mafê mirovan, etîk û rêbazên derîx we qebûl nake. Dema ku Mîthat Sincar behsa “aqlê dewletê” dike, mecbur dimîne ku behsa huquq û edaletê, behsa maf û etîkên insanî jî bike. Dema ku “aqlê cemaetê” kete rojevê, ev mijar li derveyî jiyanê dimînin. Ji bo gihiştina armancê “aqliyeta Nietzsche û aqliyeta Machiavelli û li ser bingeha “aqliyeta santralîze kirinê” hatiye rûnandin. Stratejsiyenên bi maskeya feylesofiyê kar dikin, her cûre “hişmendiya cûda” tehloke dibînin û di destpêkê de gunehkar dibînin.
Di dîrokê de, “kuştin, tunekirin, red û inkar” tenê ji aliyê dîktator û nasyonalîstên ku wek faşîst derketinê pêş hatiye bikaranîn. Li cîhanê, ne tenê Tirkiye, di çarçoveya statukoya “netew-dewletê” de tê rêvebirin. Ne tenê desthilatdariya AKPê, parêzvaniya “netew-dewletê” dike. Lê yek dewlet jî weke AKPe û zihniyeta dewlet-parêziya Tirkiyê serî li kiryarên sucê mirovahiyê nade.
Piştî ku bandora derebegan, axa, yanî feodalan ji holê hate hilandin û bajarvanî wek felsefê, wek hişmendiya modern derkete pêş, netew-dewlet derketin holê. Yanî, netew-dewlet jî ne dûrî felsefê û hişmendiyê ne. Ji ber ku netew-dewlet pêşî li kîşwera Ewropa dereketin holê. Lê van netew-dewletan li gorî demê xwe guhertin û îro, dîse di çarçoveya parastina statukoya bazirganî de, xwe dizayn kirine. Pirraniya wan bi rengê federalîzmê, di rengê rêvebiriyên herêmî de têne îdare kirin. Li yek dewletê, antî huquqiya rûreşî, antî etîkiya bextreşî, antî ademiyeta gunehkariyê nayê meşandin.
Li Tirkiyê: Antî huquqiya wek bextreşiyê ew e ku, Kanuna Têkoşîna li Dijî Terorê; her cûre suc û gunehkariyê, wek “suc û gunehkariya li dijî dewletê” dibîne. Ev rêbazên darbeyên eskerî, ku wek faşîzmê tê binavkirin e.
Li Îranê jî heman bextreşî û teşqele heye: Li Îranê, antî huquqiya Molleyan heye. Molleyan xwe kirine bekçî-gizîrê Xweda û her suc û gnehkariyê, wek “şerê li diî Xweda” dipejirînin û kesan dardedikin. Ev hişmendiya sedsala navîn e û bingeha nasyonalîzma Hîtler û Mussolînî ye.
Her du hiş û raman, komên xelkê wek keriyên pez, wek garana dewar dibînin û dixwazin gelan di şikeftên reş-tarî de zincîr bikin.
Li gorî Sokrat, yan jî Eflatun, dewlet bi şîrovekirin û wateya “rastiyê” dest pê dike û bi huquq û mafan dimeşe û mezin dibe.
Bêguman, desthilatdarî neynikên deweleta xwe ne. Mixabin, li Tirkiyê û Îranê, desthilatdarî bi hişmendiya Ulîs û Aşîl haraket dikin. Ulîs nûnerê hîle, dek û dolaban e, şantajê dike; Aşîl jî nûnertiya şûr e, dikuje. Ev hişmendî metirsînî ye; ji ber ku, “exlaq weke îradeya desthilatdar” tê dîtin. Lewma rezalet û kambaxiya AKPê, bûye çavkaniya bextewariya bi teşqele. AKPe, xwe wek devê şûr dibîne.
Rezalet û teşqeleyên destahilatdariya AKPê, sinorên Tirkiyê jî derbas kirine. Li tevahiya Rojhilata Navîn di nava pîkolê de ye. Exlakê wek îradeya desthilatdar derketiye holê, wê çiqasî dikaribe vê desthilatdariya, ku her tiştî li dijî xwe “ucube” dibîne, her daxwaza mafan wek, “suc” dibîne, xwe li ser lingan bigire.