Xwedê neke hûn herin welatekî û hin tiştên we yên pirr girîng winda bibin yan jî werin dizîn, ev ê bêguman we pirr aciz bike. Em bibêjin bileteke we ya trênê hat dizîn ji ber wê rêwîtiya we nîvco ma. Yan jî tevahiya cuzdan û xelîtkên we winda bûn, li ser we hîç pere û kartên bankeyan nebin ku hûn li hotelekê yan jî li maleke mêvanan bistirin, şik û guman jê nîne, ev rewşên acizker in, lê mirov dikare wan weke qewmînên muhtemel ji bîr jî bike. 

Ya ku hinekî zehmet e mirov di ser xwe re bibihurîne, ew e ku di rêwîtiyeke wisa de, mêvanekî bi zorê xwe bixe nav serbihuriya we de. Jixwe heke ev mêvanê bi zorê dewlet be ku darê wê yê zorê bi her awayî dikare zorê ji we bistîne, hingê mirov hem mexdûr e û hem jî reben e. Çiniyekî 31 salî yê ku dixwest bajarê Elmanyayê Heidelbergê bibîne û ji wir jî berê xwe bide paytexta Franseyê Parîsê, li balefirgehê pê dihise ku cuzdana wî hatiye dizîn û dixwaze li cem polîs gilî bike.

Yê ku li Elmanya bin dizanin, polîs dewlet e, lê dewlet ne hal e. Dewlet niha ewqasî çikûs e ku dixwaze ji her derî mesrefan kêm bike. Çîniyê min û te çû ber destê polîsê ha vê dewleta çikûs. Ev dewleta ku ji dewlemendan nastîne û ji karker û karmendan ji sedî pêncihê dahata wan distîne, xwe feqîr hîs dike, dixwaze ji wergêr, mamoste û dayînan kêm bike û kêm jî dike. Ji ber vê jî polîsên wê hewl didin bê wergêr ji vî Çîniyî fêm bikin. Radibin piştî wextekê belgeyekê tînin ber û pê didin mohrkirin, piştre jî pasaporta wî jê distînin. Ha piştre ya tê serê wî bi tenê di hin skeçên kelevajî yên hin komeleyên amator ên şanoyê de mirov dibîne. Radibin wî feqîrî dibin stargeheke ji bo penaberan û deriyan jî li ber wî digirin. Bi ser de jî wergêrekî jî naînin ji bo ku jê fêm bikin. Heta ku ji rêxistineke civaka sivîl du kes dixwazin ji derdê wî fêm bikin. Hingê jî ew telefonên xwe yên destan ên biaqil bi kar tînin ku bernameyeke wergerê li ser e. 

Ha hingê hîna nû pê ilam dibin, ku tûrîstê Çînî lavan dike, da ku pasaporta wî bidinê û ew karibe here Parîsê û li Ewrûpayê bigere. Herçî Çînî ne bi salan kar dikin û pereyan berhev dikin da ku karibin carekê li dinyayê bigerin. Ha ev gera vî rebenî bi vî rengî lê bû jehr. Dewleta Elman dîsa wergêr peyde nekir, çû restoraneke çînî û alîkarî ji xwediyê wê xwest û hîna nû mesele eşkere bû: Polîsan li şûna ku giliyê diziyê yê tûrîstê çînî qeyd bikin, rabûne pê miracaeta penaberiyê dane mohrkirin.

Ji xwe we ye mesele hal bû, lê na! Ew pasaporta ku dewletê dest danî ser, halê hazir winda ye û bi ser ve nabe. Konsolosxaneya Çînê ya li Frankfurtê jî ji ber ku îsbat nebûye ku pasaporta winda bûye, pasaporteke nû nade. Tûrîstê çînî yê reben hîna li benda pasaporta xwe ye. Ev bûyera sosret û sosirmet jî duşema bihurî eşkere bû û di rojnameyan de cihê xwe girt.

Heke mirovek kêmaqil be, belaya wê kêmaqiliyê bi rengekî tê berterefkirin yan jî çawa Kurdan berê gotiye, “aqlê sivik, barê giran” ê xwediyê xwe ye, lê dema ya aqilsivik dewlet be, barê giran li milet e. Ji dewletan jî yek ji yê herî ji aqlê xwe razî Elmanya ye, ez qet naxwazim li dewletên bifikirim jî, hema xwedê hefza me ji wan û barê wan ê giran bike.