Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) Şerîfe Orûç doh hate berdan.
Şerîfe Oruç nûçegihana Nûçegihana DÎHA’yê bû ku DÎHA bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (BHQ) hatibû girtin. Nûçegihan Oruç ji 5’ê Tîrmeha 2016’an ve li hepsê bû û bi îdîaya “Endama rêxistinê ye” dihat darizandin. Rûniştina doza Orûç li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê pêk hat. Oruç bi rêya Sîstema Dîmen û Deng (SEGBÎS) tevlî danişînê bû û parêzerên wê jî amade bûn. Piştî demek kurt a rûniştina dozê heyeta dadgehê dema girtina Oruç li ber çavan girt û bi şertê kontrola edlî biryara berdana wê da.Heyeta dadgehê rûniştina doza din taloqî 27’ê Mijdara 2018’an kir.
ÊLIH