Ji 267 cenazeyên ku eskerên artêşa Tirk a dagirker bi dizî ji Goristana Xerzanê derxistin, hêj aqûbeta 265 cenazeyan ne diyar e. Malbata Muzeyyen Gordemîr a yek ji cenazeyên aqûbeta wê ne diyar, got: "Êdî bes e bila ev zilm bi dawî bibe."

Eskerên Tirk 19'ê Kanûna 2017'an bi fermana dozgeriyê li Goristana Xerzan a Gûndê Oleka Jor 267 cenazeyên di demên cuda de şehîd bûbûn, derxistin û birin saziya tipa edlî. Ji wan 267 cenazeyan, aqûbeta 265´an ne diyar e. Ji 267 cenazeyên tenê yên duduyan (Dilan Bingol û Celal Ovmen) piştî 61 rojan teslîmî malbatên wan hatin kirin. Aqûbeta 265 cenazeyên mayî hêj ne diyar e. Cenazeya Muzeyyen Gordemir (Berivan) jî di nav de 267 cenazeyên ji goristanê derxistî û birin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê, li ruxmê malbata Muzeyyen Gordemir, mînaka xwînê dabûn û serî li dozgeriyê dabûn jî hêj ti encam bi dest nexistine.

Cejneke din jî hat û çû 

Xwişka Muzeyyen Gordemir, Şukran Sincar ku di heman demê de endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ye, dibêje, ji bo ew berî cejna Remezanê cenazeyê xwişka xwe wergirin gelek dua kirine, lê cejneke din jî derbas bû, hêj cenazeyê xwişka xwe negirtine.

Nehîştin em dua jî bikin

Şukran Sincar wiha dipeyive: "Cejneke din bê cenaze derbas bû. Her tişt wateya xwe ji dest dide. Min dixwest di Cejna Remezanê de li ser gora xwişka xwe dua bikim. Lê ev jî nebû. Em nizanin hestiyê xwişka min li ku ne. Xwişka min, sala 1993'an de jiyana xwe ji dest dabû. Dema xwişka min şehît ket, me bi salan nizanîbû ku ka cenazeyê wê li kû ye. Piştî goristana Xerzan hat sazkirin, em gihiştin cenazeyê xwişka xwe. Goreke ku em li ser dua bikin çêbû. Lê nehîştin em li ser cenazeyan dua bikin û hemû cenaze ji goristanê derxistin û birin. Ger cenaze hat defin kirin li ku be divê heta dawî li wir be. Di tu ol û pirtûkên pîroz de cenaze nayên vekirin ji cihê wan nayê derxistin. Berpirsê vê yekê kî ye divê bê darizandin."

Êdî bes e

Sîncar dibêje, wan piştî cenaze ji Goristana Xerzanê derxistine, mînaka xwînê jî dan û wiha diaxive: "Êdî bes e. Me beriya bi 3 mehan xwîn da Saziya Tipa Edlî. Me mînaka DNA´yê da. Em hestiyên xwe dixwazin. Hestî li ku bin divê bidin me. Divê dewlet hestiyên me bide me. Em hestiyên xwe dixwazin. Em hestiyên hemû cenazeyan dixwazin. Her ku em dibêjin, aştî, îqtîdar ji bo îqtîdara xwe di şer de israr dike. Em dibêjin, ji vê zilmê re êdî bes e." n ÊLIH