35 kes ji koalîsyona Niştimanî ne

Emîna Osê derbarê armanca lidarxistin û hesabên hin hêzên herêmî de got, piştî destwerdana leşkerî ya Rûsyayê ku li Sûriyê pêk hat, hemû mijar tevlîhev bûye û wiha pê de çû: “Di encamê de 17 welat li Viyena civiyan. Di civînê de biryara civandina hêzên mixalefetê hate girtin. Di vê çarçoveyê de Erebistana Siûdiyê cihê lidarxistina civînê hate hilbijartin. Siûdiyê lidarxistina civînê li cem xwe qebûl kir. Lê niha ji 65 kesayetên ku di civînê de hatine vexwendin 35 ji wan ji koalîsyona Niştimanî ya navenda wan li Tirkiyêye, di nerîna me de ev civîn dê bê encam bi dawî bibe û dê nikaribe tu çareseriyê ji gelê Sûriyê re bîne.”


Nûnerên çeteyan vedixwînin

Emîna Osê civîna Viyanayê bi bîr xist û da zanîn ku li gorî civîna Viyanayê diviyabû civînek bê lidarxistin û şandeyek ji 40 kesayetan bê avakirin û di destpêka sala nû de beşdarî hevdîtinên bi rêjîmê re bibe. 

Her wiha Osê derbarê aliyên j bo civînê hatine vexwendin de wan agahhiyan da: “Dê derdora 100 kesayet bêne vexwendin, ji wan zêdeyî 35 kes ji koalîsyona Niştimanî ya Sûriyê (îtîlaf) ne ku berdevkiya fermî ya hêzên leşkerî yên wekî Cebhet El-Nusra, Ehrar El-Şam û DAIŞ’ê dike. Yên din jî kesayetên serbixwe û nûnerên hin hêzên çekdar in. “


Ji ber du sedeman bi ser nakevin

Derheqa aqûbeta civîna Riyadê de Osê destnîşan kir ku ji ber 2 sedeman biser nakeve û wiha peyivî: “Ya yekem ji ber îradeya gelê Sûriyê ye ku hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) nûnertiya wê dike û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk nehatine vexwendin, ya din jî jiber alozî û nakokiyên 17 welatan e ku li Viyana hate cem hev û her yek ji wan dixwaze li gorî berjewendiyên xwe di civînê de encamê bigire û nûnerên xwe beşdar bike. Ji ber van sedeman civîn wê biser nekeve. “


MEDYA HENAN/ANHA/QAMIŞLO