
Xebatkara Pirtûxaneya Aramê Laleş Erzî ji ber zext û zorên dewletê yên salên 1990’an û koçberiyên nekarî fêrî xwendin û nivîsandinê bibe. Piştî ku Erzî li Aramê dest bi kar kir, fêrî nivîsandin û xwendinê bû.
Xebatkara Pirtûkxaneya Aramê Laleş Erzî a 34 salî ku dema zarok bû bû şahidê zext û zora salên 1990’an nekarîbû fêrî xwendin û nivîsaninê bibe. Malbata Erzî di 1992’an de ji Êlihê ji ber zextên dewletê koçber bû. Dema Erzî 8 salî bû nekarî ji ber koçberiyê dibistanê bixwîne. Wek hemû mafê jiyanê mafê xwendinê jî ji Erzî hatibû stendin. Erzî piştî 34 salan ku li pirtukxaneya Aramê dest bi xebatê kir, dest bi xwendinê kir û Pirtûkxaneya Aramê ji bo wê bû dibistan û li wir xwe fêrî nivîsandinê kir.
Malbat 22 salan li xerîbiyê ma
Malbata Erzî di 1992’an ji gundê Teraş ê bi ser navçeya Sasona Êlihê ve ewil koçî Bismilê kir. Malbatê piştî li Bismilê bicih bû di sala 1994’an de ji vir jî koçî Mêrsînê kir û malbatê herî dawî jî di sala 1995’an de jî koçî Stenbolê bûn. Malbata Erzî 20 salan li Stenbolê ma û pişt re jî vegeriyan welêt û li Amedê bicih bû.
‘Ji bo em Kurd bûn mamoste nedihatin gundê me’
Erzî diyar kir ku heya 8 saliya xwe ew li gund bû û wiha pê de çû: “Ji ber em Kurd bûn mamoste nedihatin gundê me. Deriyê dibistanê hertim girtîbû û me li ber deriyê dibistanê dilîst.”
Dewletê ew asteng kir lê dîsa fêr bû
Erzî destnîşan kir ku malbata wê neçar ma ku ji ber zextên dewletê koçî metrepolên Tirkiyê bikin û wiha axivî: “Gelek zarokên weke min ên wê demê nekarîn ji ber koçberî û rewşa madî bixwendina. Ji mala me jî 3 zarokan nekarî dibistanê bixwîn in. Ji ber ku wan zaroktiya min ji min sitendin, min piştî wê nexwest bixwînim.” Erzî da zanîn wê tu car kêmahiya xwendinê hîs nekir lê piştî li pirtukxaneya Aramê dest bikar kir girîngiya xwendinê ferq kir û got ku ji bo xwendina pirtukan dê ew xwendin û nivîsandinê di asta herî baş de fêr bibe.
DÎHA/AMED