HAMDULLAH KESEN / EDENE / MA
Weşanxaneya Aramê bi 8 pirtûkên nû tevlî Fuara Pirtûkan a Çûkûrovayê bû û xwîneran vedixwîne standa xwe.
Li Edeneyê Fûara Pirtûkan a 12’an a Çûkûrovayê li Navenda Fûar û Kongreyê ya Navnetewî di rojan sisêyan de didome. Biqasî 500 heb nivîskar beşdarî fûarê bûne û wê ji 70’yî zêdetir çalakiyên wekî panel, gotûbêj, beglefîlm bên lidarxistin. Hêjayî gotinê ye ku hejmara weşanxaneyên Kurdî yên ku beşdar dibin îsal kêm e. Loma kesên dixwazin pirtûkên Kurdî bikirin yekser berê xwe didin standên Weşanên Aram û Weşanxaneya Avayê. Weşanxaneya Aramê ku heta niha ji aliyê dadgehê ve 89 pirtûkên wê hatine qedexekirin, îsal bi 8 pirtûkên nû beşdarî fûarê dibe. Edîtorê Weşanxaneya Aramê Ulaş Guldîken, hemû xwînerên li Çûkûrovayê vexwend standa weşanxaneyê.
Bi 8 pirtûkên nû
Guldîkenê got wekî par îsal jî li fûarê hejmara weşanxaneyên ku pirtûkên dersan û ezmûnan çap dikin, zêde ye. Guldîken, diyar kir ku lê belê tevî hemû astengî û sansûran jî ew karê xwe didomînin û beşdarî fûaran dibin. Guldîken, diyar kir ku îsal wan pirtûka “Nîşanci” ya Metîn Aktaş, pirtûka “Sifira Yukselmek” a Zekî Bayhan, pirtûka “Topragin Şarkisi” ya Rojbîn Perîşan, pirtûka “Hakikatin Rejimî” ya Ergîn Atabey û Kurdiya “Seher” a Selahattîn Demîrtaş çap kiriye û got: “Em tevî van bi 8 pirtûkên nû beşadrî fûarê bûn.”
Pirtûkên parlementerên girtî li cem wan in
Guldîken, diyar kir ku ji ber Weşanxaneya Dîpnotê nekariye beşdarî fûarê bibe, ew piştiriyê didin hev lewma wan pirtûkên parlementerên HDP’yî, yên ji Dîpnotê derketina, li standa wan in.
Wê bên îmzekirin
Guldîken, diyar kir ku wê aktivîst û siyasetmedar pirtûka “Kürt Siyasetinin Mor Rengi“ (Rengê Mor ê Siyaseta Kurd) ya Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û pirtûkên parlementerên girtî îmze bikin.
Werin sohbeta pirtûkan
Li ser xwegihandina xwîneran Guldîken got: “Ji ber em xwînerên xwe bê pirtûk nehêlin em beşdarî fûaran dibin. Em dixwazin bi xwîneran re li ser pirtûkên xwe nîqaşan bikin. Gava behsa Çûkûrovayê tê kirin tenê Edene tê bîra mirovan. Lê belê Mêrsîn, Hatay û Osmaniye jî hene. Em bang li hemû gelên xwe yê Çûkûrovayê dikin ku bên standa me û em li ser pirûtên me yên nû nîqaş û sohbetan bikin.”