Di konserê de li gel sedan mirovan, Parlamentera BDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan, Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, Mudurê Daîreya Çand û Tûrîzmê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Mûharrem Cem û hunermendên NÇM'ê amade bûn.  Mudurê Daîreya Çand û Tûrîzmê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Mûharrem Cebe jî diyar kir ku ji bo ew hunermend Aram Tîgran jîndar bikin, li ser navê wî konservatûarê didin û ji hemû berhemên wî pirtûkek çê kirine.  Hunermendên beşdarî konserê bûn stranên Aram Tîgran "Lê lê Rihê, Dilberam dilber, Rabin, Penaber, Diçim diçim, Ay dil, Bi Hesreta Yerîwanê, Wexta Zerya min, Te ez kal kirim" gotin. Konser bi coşeke mezin heta derengiya şevê dewam kir. 

AMED