Parêzera Aras Şaziye Onder, anî ziman ku hêj Serokomar bersîv nedaye wan û rewşa muwekîlê wê her diçe giran dibe û nêzî mirinê dibe.
Nexweşê pençeşêrê Mehmet Aras ê li Girtîgeha Tîpa H a Erziromê girtî ye, li şûna ku serbest bê berdan û bê dermankirin, nayê berdan û rapora wî tê talaqkirin. Rapora der barê Aras ya ji bo serbest bê berdan, cara 3'yemîn ji Wezareta Dadê re hate şandin lê dîsa bê bersîv ma. Herî dawi parêzaran rapor ji Serokomar Abdullal Gul re şandin, lê Gul jî tu bersîv neda. 15 roj berê Miduriyeta Karên Girtîgehan ya Wezîrêta Dade raporên Aras yê ku rewşa wî her ku diçe giran dibe, amadekir û cara duyêmîn ji Serokomar re şand. Hate zanîn ku raporên bi hinceta kêm e Serokomar vegerandibû piştî temam kirin dîsa ji Serokomar re şandibûn. Parezerê Aras Şaziye Onder, diyar kir ku berê ewraqên miwekîlê we bi îdiaya kêm bû hatibû ret kirin û ger ve carê raporên Aras bê pesend kirin dê Aras bê tahliyê kirin.
Parêzera Aras Şaziye Onder di 25'ê cotmehê de ji bo muwekilê wê bê berdan rapor ji Serokomar reşand. Lê 15 roj derbas bû hêj Serokomar bersîv nedaye raporê. Şaziye Onder, anî ziman ku li gel hemû ewraq temam kirin û ji Serokomar Abdullah Gul re şandin jî hêj tu bersîv ji wan re nehatiye. Onder, anî ziman ku rewşa Aras her ku diçe xerab dibe û ger ku muwekîlê wê neyê berdan dê li girtîgehê jiyana xwe ji dest bide. Onder, da zanîn ku ji bo Aras karibe xwarinê bixwe cara 3emîn e stendê dixin qirika wî û her ku diçe rewşa wî xerab dibe. Onder xwest muwekîlê wê serbest bê berdan û êdî girtî bes li girtîgehan jiyana xwe ji dest bidin.

Onder, bilêv kir ku muwekîlê wê Aras roj bi roz nêzî mirinê dibe û wiha got: "Ji bo Aras serbest bê berdan me rapor ji Serokomar Abdullah Gul re şand. Lê heta niha tu bersîv nedaye me. Ev yek dibe sedema muwekîlê min bêtir nezî mirinê bibe. Teqez şert û mercên Aras ên tenduristiyê ne li gorî girtîgehê ye. Ji ber wê divê bi lezgîn Aras serbest bê berdan."

ERZIROM