Nexweşê penceşêrê Mehmet Aras ku ji ber nehat dermankirin û di nava şert û mercên xerab de ma, jiyana xwe ji dest da. Parêzran ji bo Aras serbest bê berdan ji Serokomar re rapor şandin, lê tu bersîv ji Serokomar nehat. Wezareta Dadê bi hinceta rojbûna Aras şaş hatiye nivîsandin, 2 caran rapor li Midûriyeta Girtîgehê û Dozgeriya Komarê vegerandibûn û ji nûve rapora radyolojiyê xwest. Li ser vê yekê cara 3'yemîn rapor ji Midûriyeta Girtîgehan a Wezareta Dadê re hate şandin. Parêzera Aras Şaziye Onder, anî ziman ku Wezareta Dadê bi keyfî nêzîkî mijarê dibe û roj bi roj rewşa Aras xera dibe. Onder, anî ziman ku pêwiste muvekilê wê bi lezgîn serbest bê berdan û li derve bê dermankirin. Lê li gel hişyariya parêzer Aras dîsa serbest hehat berdan. Rapora der barê Aras ya ji bo serbest bê berdan, cara 3'yemîn ji Wezareta Dadê re hate şandin lê dîsa bê bersîv ma. Herî dawi parêzaran rapor ji Serokomar Abdullal Gul re şandin, lê Gul jî tu bersîv neda. Miduriyeta Karên Girtîgehan ya Wezîrêta Dade raporên Aras yê ku rewşa wî her çû giran bû amadekir û cara duyêmîn ji Serokomar re şand. Hate zanîn ku raporên bi hinceta kêm e Serokomar vegerandibû piştî temam kirin dîsa ji Serokomar re şandibûn. Parezerê Aras Şaziye Onder, diyar kir ku berê ewraqên miwekîlê we bi îdiaya kêm bû hatibû ret kirin û ger ve carê raporên Aras bê pesendkirin dê Aras bê tahliyê kirin. Lê rapor bê bersîv ma.


Malbat bi çaka dewletê  hate qetilkirin

Derket holê ku hevser û 5 zarokên Aras jî ji aliyê cerdevan û leşkeran ve di serdegirtina malê de hatin kuştin. Aras ku di sala 1993'an de bi îdîaya "Alîkarî daye rêxistinê" hate girtin û şandin girtîgehê. Piştî Aras hate girtin cerdevanan bi ser mala wî de girt û hevsera wî û 5 zarokên wî kuştin.
Parêzera Aras û Nûnera ÎHD'ê ya Bazidê Şaziye Onder, beriya bê girtin, der barê jiyan û serpêhatiya Mehmet Aras de nivîsek amade kiribû û jiyana xwî anîbû ziman. Di nivîsa Prz. Onder de çîrokek balkêş derket holê. Aras, di sala 1960'an de li gundê Panîkê yê Îdirê ji dayik bû. Aras, ji malbatek xizan jiyana xwe berdewam kir. Di nava salên 1980 û 1990'an de 5 zarokên Aras çêbûn û di vê demê de malbata wan gelek caran rastî zext û zordariyê hatin.

Di sala 1994'an de hate girtin.

Piştî ku di sala 1992'an de Îdir bû bajar û ji Qersê qetiya, operasyonên li Îdirê zêde bûn. Piştî Fermandarê JÎTEM'ê Cemal Temîzoz li Îdirê di salên 1990'an de li Îdirê peyvir kir, binpêkirinên mafan zêde bû. Di sala 1994'an de Fermandar Cemal Temîzoz bi ser gundê Panîkê yê Îdirê de girt û Mehmet Aras binçav kir. Aras, piştî rastî îşkencyeya giran hat hate girtin. Aras ku bavê 3 keç û 2 kura bû, hevsera wî û zarokên wî çûn cem birayê wî Tayfur Aras. Aras piştî salekê li girtîgehê ma, cerdevan û leşkeran bi ser mala wî de girtin.
Di sala 1994'an de cerdevan û leşkeran şev nîvê şevê bi ser malbata Aras de girt û hevser û 5 zarokên Aras ji aliyê leşker û cerdevanan ve hatin kuştin. 8 cerdevanên ku malbata Mehmet Aras qetil kir pişt re di pevçûna bi PKK'e re hatin kuştin. Piştî ku malbata Aras hate qetilkirin Aras bi tenê ma. Aras, piştî demkê girtî ma, serbest hate berdan û piştî doza wî bi encam bû Aras dîsa hate girtin. Aras di sala 1999'an de dîsa hate girtin û şandin girtîgehê.
Aras piştî hate girtin ew şandin Girtîgeha Tîpa H a Erziromê. Aras ji be şert û mercên giran bi nexweşiya pençeşêrê ket. Parêzera Aras di 4'e Nîsana 2010'an de ji bo Aras serbest bê beran serî li Serokomar da û xwest ji efoyê sûdê bigire. Aras pitî 4 meh şûnde li nexweşxaneyê ji ser xwe çû û rakirin Nexweşxaneya Herêmê ya Erziromê û li vir teşhîsa nexweşiya pençeşêrê ya qirikê hate kirin. Li ser vê yekê PRz. Şaziye Onder ji bo muwekîlê wê serbest bê berdan serî li Dozgeriya Girtîgehê ya Erziromê, Serokomar, Saziya Tipa Edlî û gelek saziyên din ên dewletê da. Lê li gel hemû hewldanên parêzer Wezareda Dadê raporên ku hatin amadekirin erê nekir.

4 caran serlêdan hatin redkirin
Parêzera Aras Şaziye Onder, ji bo muwekîlê wê serbest bê berdan di navbera Saziya Tipa Edlî, Wezareta Dadê û Serokomar de çû û hat, lê ligel ku 4 caran rapor amade kir û serî li dareyadaran da serlêdanên wê hate redkirin û herî dawî Aras duh li Nexweşxaneya Herêmê ya Erziromê jiyana xwe ji dest da.

Li girtîgehan mirina 31'emîn

Bi mirina Mehmet Aras re heta niha malbatên 31 girtiyan serî li Serokomar dan, lê ji ber ku bersîvên erênî nehatin girtin, heta niha 31 girtiyan li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyê Aras dê îro li gundê Panîkê yê Îdirê bi girseyî bê definkirin.

DÎHA /ERZIROM