Girîngtirîn mijara ku piştî nemana desthilatdariya rejîma BAAS'ê meriv dikare behsê bike ew e ku; zincîrên kolonyalîzmê şikestine û dagirker ji beşekê ji xaka Kurdistanê hatine derxistin. Vê yekê bandora xwe li ser her tiştî kir. Têkiliyên civakî yên ku li ser hîmê bawerî bi hev neanînê hatibûn ava kirin, saziyên maddî û hişê ku li ser esasê sîxurtî û bêbextiyê kar dikir, kete nava valatiyeke mezin. Vê yekê bi xwe re hem rihetiyek anî hem jî weke birînekê bû ku der bibe û xwîn û zox (nêm) jê derdiket. Şûna birînê maye û carinan dixure, lê êdî birîn kewiyaye û cebiriye! Ya ku maye, şerkirin e li dijî bermayî û qirêja wê birînê. Ev yek di psîkolojiya mirovên bindest de pêvajoyeke pir girîng e. Ji ber ku hêman û argumanên ku civak xwe li ser bi tevger dike têne guhertin, herî û xerca hevgirtina kevirên civakî diguhere! Her çend şopa bawerî bi hev neanînê devam bike jî, lê têkilî li ser esasekî nû têne raçandin û vehûnandin. Berjewendiyên hêz û çînên civakî jî têne guhertin û ev hêz jî xwe ji nû ve bi cîh dikin. Ev di heman demê de xeter û tehlûkeya “dij şoreş”ê dixe rojevê! Her hêzeke civakî hevl dide ku xwe ji nû ve pênase bike û bibe xwedî gotinê. Di Rojavayê Kurdistanê de jî qetandina zincîrên koletî û kolonyalîzmê, guhertineke wiha dînamîk û tije ji bûyeran e û di heman demê de xeter jî bi xwe re anîn. Ev babeta hêja ye ku bi kûrahî bê gotûbêjkirin û patolojiya wê bê kirin da ku şoreş bikare li ser xeta xwe devam bike. 


Civaka obje bû subje

Aktîfbûna civakê mijareke din a sereke ya guhertina piştî şoreşê ye. Mezintirîn beşa civakê ku hatibû pasîfîzekirin û înkarkirin, bi qencî û xirabiyên xwe derdikeve ser dika kar û xebatê, derdikeve meydana aktîfbûna civakî û derfeta xwe birêvebirinê dixe destê xwe. Gel ji rewşa ku li pêşber desthilatdaran neçarî pejirandina gelek bêrêziyan bû, dikeve merheleyekê ku êdî bi xwe, xwe bi rêve dibe. Guhertineke wiha bi tenê di demên berovajî bûna hêzan û serûbinîhevbûna wan çêdibin. Ev yek niha li Rojavayê Kurdistanê bi hemû rengên xwe xûya dike. Li milekî avantajên ku ketine destê gel hene, ku guhertinên bingehîn yên erênî bi xwe re anîne, li milê din jî pirsgirêkên rêveberiyê ku gelê bindest pê re rûbirû ye, nexweşiyên civakî ku bandorek neyênî li ser kar dike û li milekî jî rengarengî û xweşiya wê têkoşînê, jiyanê pir reng û qadan aktîf dike. Hêzên civakî her roj bi pêş dikevin, ji ber ku hinek ji van kar dikin û hinek jî hevl didin ku derfetan bixin destê xwe, lê di encamê de liv û lebat heye û têkoşîn dewam dike. Bi giştî civak ji rewşa bindest, pasîf, bêhêz, obje û sekinî ketiye rewşa azad, şad, subje û aktîf. Hat û çûn zêde bûye, bazirganî bi pêş ketiye, avahî (her çend bi pirsgirêkên muhendisî û teknîkî bin jî) ava dibin û civak weke nefeseke rihet bikêşe behsa maf û kar û barê xwe dike. Ev yek mezintirîn û sereketirîn guhertina civakî, siyasî û heta hunerî, edebî, bazirganî û pîşeyî ye ku pêwîst e behsa wê bê kirin. 

Mijareke ku guhertin tê de çêbûye, beşdarbûna civakî di kar û barên siyasî de ye. Jin di serê wê beşdarbûnê de ne. Beşdariya jinan di nav kar û barên civakî, siyasî de, derketina ser dika jiyana rastîn bi rengê xwe mezintirîn guhertin e ku wê bi salan bandora xwe li ser civakê bike û wê di sererastkirina jiyana civakî de bi roleke mezin rabe. Roja îro jî di her warî de bi taybetî di qada şer û têkoşîna li dijî dijminên civakê de ev hêz xwedî gotin û rol e. Vê yekê îmaj û ruxsarê civaka Kurd guhertiye û weke ku meriv parçeyekî wenda deyne ser tabloyekê û temam bike, civak temam kiriye. Helbet pirsgirêkên vê yeke jî di warê zihnî û pratîkî de jî hene, lê beramberî avantajên wê ew qas biçûk in ku nikarin rê li ber pêşketin û guhertina civakê di vê mijarê de bigirin. 


Sînor betal bûn yên mayîn weke bela tên dîtin

Mijarek din ku Şoreşa Rojava bû îsbata betalbûna wê, sînor û tixûb bûn. Sinorên Kurdistanê bi awayekî piratîkî hatin rakirin. Li milekî şervan ji her çar hêlên welat berê xwe dan Rojava û bûn hêza azadiya welat û mertal ji bo parastina wê. Li milê dîtir hem di mijara şerê Serêkaniyê de û zêdetir jî di rizgarkirina Kurdên Êzîdî û berxwedana Kobanê de xûya bû ku weke stranbêjê nemir “Îbrahîm Xeyat” digot Kurd yek ruh in di çend bedenan de. Kurdan xwe li têl û sinoran da, sînor qetandin û yekparebûna xwe dane îsbatkirin. Hem li seranserê Kurdistanê, hem jî li Rojavayê Kurdistanê vê yekê mejî fireh kirin û rê li ber bîr û hizra neteweyî a mezin vekirin. Êdî sinor ne “xet”ek pejirandî bû ku welat kiribû “serxet” û “binxet”, ev “belayek” bû ku pêwîst e di zûtirîn dem de bê rakirin! Ev yek guhertineke bingehîn bû ku di mejî û hestên Kurdan de çêbû, mijarek ku planên sedsalî pûç kirin û mohra xwe li Kurdiniya yekpare û nûjen da. 


Şoreşa Rojava rûyê Rojhilata Navîn guherand

Şoreşa Rojava û berxwedana serbazî û leşkerî ya wê, hevsengiya herêmî û cîhanî guhert, Kurd li hevsengiyan zêde kirin, rê li ber beşdar bûna civakê vekir û bi wî awayî Kurd di dizayna herêmê de bi cîh kirin. Beriya bi gelek salan Rêberê Gelê Kurd gotibû “Em ê rûyê Rojhilata Navîn biguherin!” Ev navê pirtûkeke wî bû ku îro em dizanin tê çi wateyê! Bi rastî jî dema gel bi çavê xwe hêza şoreşa xwe di herêm û cîhanê de dibîne, dizane ku çawa ew bûye hêza veguhertinê û bi vî awayî bixwebaweriyeke mezin tê de çêdibe. Ev yek tê wateya guhertineke bingehîn a di nava civaka Kurd de. Civak ji rewşa ku bi rê ve diçû tê rewşa ku bi rê ve dibe, dibe xwediyê baweriya ku dikare destnîşanker be! Ev rewş her wiha tesîrê dike li siyaseta herêmî û navneteweyî jî. Hêzên herêmî û navneteweyî neçar dibin li gur hebûna hêzek sererd û objektîf xwe ji nû ve bi tevger bikin, siyasetê destnîşan bikin û helwêstê diyar bikin. Ev di heman deme de bandorê dike li têkiliyên navbera wan jî û derfetên nû ji şoreşê re çêdike ku ev jî bi xwe re guhertinan tîne. Ev babet, ango babeta guhertinên siyasî, mijarek e ku bi salan wê bandora xwe li siyaseta herêmî bike. 

Gelek guhertinên dîtir hene ku pêwîstî bi nirxandinê dikin: guhertina hêzên asayîşa civakî, çêbûna derfeta perwerde û nîqaşên civakî, çêbûn û pêşketina kar û barên serbazî û leşkerî yên şoreşê û gel, çêbûna derfetê ji bo geşbûna bajarvanî û şaredariyan, vebûna deriyên bazirganî û bi dehan mijarên din hemû babetên girîng in ku pêwîst e bêne nirxandin û li cem wê patolojiya hemûyan jî bê kirin û di ber çavan re bêne derbaskirin; lê ev yek teqez e ku weke Rêberê Gelê Kurd di helbesteke xwe de dibêje, “Êdî misoger bûye Kurdîtî û jiyana azad!”