Rojavayê Kurdistanê piştî şerê cîhanê a yekem, gelek hêman û argumanên şoreşgerî di nava xwe de hewandin. Bicîhbûna nivîskar û serhildêrên Kurd li wî beşê Kurdistanê, cîrantî bi du beşên Kurdistanê re ku her tim serhildan û şoreş di yek ji wan beşan de berdewam bû, bingeheke welatparêziyê bi xwe re ava kir. Bi pêşketina fikra “BAAS” re fişar û zextên dewletê û hestên şovenîzma Erebî jî lê zêde bû û ramana bindestiya welat û pêwîstiya xebat û têkoşînê bi bêdengî bi pêş ket. Ev bingeh hem bû sedema parastina çanda Kurdî hem jî berdewama bîr û baweriya siyasî ku zemînê şoreşa nûjen pêk dianî ya ku pêdiviya şoreşa modern a Kurdistanê pê hebû.
Bi derbasbûna şoregerên Bakûrê Kurdistanê a Rojavayê welat re, parçeyên welatparêzî, fikra siyasî, îradeya têkoşînê û hêza civakê gihîştin hev û hêza şoreşê ji nû ve bi rêxistin bû. Civaka Rojava bi vê re carek din nû bû. Vejîna ku şoreşgerên Kurdistanê ji xwe re kiribûn armanc, berî her derê li Rojava pêk hat. Hêza civakê herikî nava şoreşê û hêz da şoreşê, bêhna civak bûna civakê hate hiskirin. Her çend hêza civakê diherikî beşek dîtir yê Kurdistanê, lê ev bersivek bû li hemberî kolonyalîzmê, tevger kirina civakê bû hember bindestiyê, nûjenbûna gel bû ji bo pêşerojek azad! Piştî bihara gelan û şoreşa Sûrî û Rojavayê Kurdistanê, bandora vê hîn zêdetir hate dîtın. Tevlîbûna civaka Rojavayê Kurdistanê a ji şoreşa mezin re, di her milî de civak guhert û berê wê da nirxên netewî û zîhniyeta nûjen a welatparêziyê.
Jin reng û hêza xwe da şoreşê
Di serî de beşdarbûna jinan di nava şoreşê de, di nava civakê de guhertineke mezin çêkir. Her çend di civaka Kurd de jin xwedî rêz û cîhekê bê jî, lê di asta beşdarbûna civakî de, cara yekê di wê şoreşê de bi rengê xwe, îradeya xwe û giraniya xwe derketin holê û weke jin û bi fikreke jinê cîhê xwe vekirin. Asta rêxistinbûna jinê roj bi roj bilind bû. Îro hem rêxistina jinê ya serbazî û leşkerî, hem jî rihê têkoşîna ku ji cîhanê re îsbat kiriye, berdewama heman pêşketinê ye ku bi rihetî meriv dikare jê re bêje “şoreş”. Wê yekê ji Şoreşa Rojava re bingeheke mezin a civakî çêkir. Nîvê civakê a bi navê jin, di warê zihnî de zemînek ji şoreşê re ava kirin, bûn xwediyên wê, zarokên xwe weke endam tevlî kirin, bixwe tevlî bûn, kolan kirin platformên gotûbêjên derbarê şoreşê, şoreşgeriyê û welatheziyê. Mezintirîn zemînê şoreşê bi awayî çêbû.
Bingeha şoreşê çawa hat danîn?
Beşdarbûna civakê di nava şoreşê de, rihê berxwedaniyê ava kir, ev rih carna hate ceribandin, bûyerên 12 Adara 2004’an ezmûna wî rihî bû. Civak di bûyera 12 Adarê de rihê xwe yê rêxistinkirî nîşan da. Her wiha tevlîbûna ciwanan di nava şerê çekdarî de baweriyek jî çêkiribû. Di dema bihara gelan, 19 Tîrmeh û berî wê jî ev hebû. Ezmûnên leşkerî a ku bi salan li Bakûr, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê hatibûn meşandin di Şoreşa Rojava de roleke mezin lîst. Dema em mêzeyî berxwedana YPG’ê û têkbirina DAİŞ’ê dikin, xûya dike ka ev têkoşîna bi salan hatiye meşandin û ezmûn çiqas girîng e. Ev yek jî bû bingeheke mezin ji bo şoreşa Rojavayê Kurdistanê.
Mijarek herî girîng jî çanda rêxistin û karê rêxistinî ye ku di Rojavayê Kurdistanê de bi cîh bûye. Li cîhek weke Kurdistanê ku bêbawerî pir kûr bû, civak lewaz bû, meriv dûrî nirxên xwe ketibûn û her partî û komek, her çend dem carek dibûn çend beş û qet, ger çanda rêxistin û karê rêxistinî û exlaqê wê neba, şoreş bi ser nediket. Bi salan bi xebatek dijwar a li çiyayan hatiye meşandin, di her cihê ku derfet jê re çêdibû, li Ewrûpa û hwd. de ev çand û aqil çêbû û berhemê xwe di Şoreşa Rojava de nîşan da. Di nava wê çandê de cesaret û wêrekî, uslûb û rêbazên taybet ji Kurdistanê û civaka wê re, îsrara pêwîst ji şoreşê re û bi giştî rêbazên heqîqeta wê şekil girtin û bûne hêz ji şoreşa civakî-siyasî re. Bêguman ger ev zihniyet, bîr û bawerî neba, wê di Şoreşa Rojava de xeletî û şaşitiyên mezin çêbûba. Rewşa giştî a Suriyê ya îro jî ve nîşan dide. Ger ev hiş û famkirin neba, niha Kurdistan jî weke her derê Suriyê, di nava alozî, tengezarî û xitimandinê de ba. Lewra pêwîst e ev aqil û hişê ku ev yek çêkir û meşand baş bê famkirin. Bingeha zîhnî-eqlî û rêbazî a Şoreşa Rojava di vê de veşartiye.
Kurd bi vîn û hêza xwe têkoşiyan
Şoreşa Rojava li ser wan bingehan, di çend pêvajoyan re derbas bû. Yekem serdema çêbûna baweriyê û biryar dayinê bû. Di wê pêvajoyê de gelek mijar hatin gotûbêj kirin. Gelo Kurd pêwîste çawa helwest bigirin? Gelo Kurd çawa yek helwest bin? Çi al û çi wêneyan esas bigirin? Bi hêzên opozîsyon û hêzên cîhanî re pêwîste çawa têkilî pêş bixin? Dewleta Surî ku hê jî li Kurdistanê desthilatdar bû wê çi bibe? Bi vî rengî bi sedan pirsên dîtir… Beşek ji hêzên Kurdî bi temamî dixwestin bi hêzên derve re tevbigerin. Beşek jî dixwestin ku bi parastina mafê xwe yê biryardayinê tevbigerin. Carna gotûbêj heya pevçûnên devkî jî çûn. Di encam de hemû hêzan derketin ser dikê û yekemîn çirûskên şoreşê hatin pêxistin. Merheleya piştî wê, ev bû ku devlet hate ber ketinê û pêwîst bû hêzek kontrola herêmê bigire dest xwe. Hêzên alîgirê bi hêzên Ewrûpî re dixwestin ku weke her dera Suriyê, hêzên weke Artêşa Azad û hwd. kontrola Kurdistanê bigirin dest xwe. Lê hêzên Kurdî yên xwediyê vîna parastin û viyana serbixwe li hêviya wan nesekinîn û dest bi kontrola serbazî û leşkerî a herêmê kirin. Piştî wê pêvajoyê dor hate çêkirina hêza serbazî û leşkeri li ser wê bingehê û bi wî awayî hêzên YPG û YPJ’ê hatin damezirandin.
Alîgirên destwerdana derve li dijî ve rewşê bûn, lê dijberiya wan a li hemberî avakirina wan hêzan feyde nekir û ev qonax bi awayekî serketî derbas bû. Dema hêza eniya xwedî vîn ku nûnertiya demokrasiyê dikir zêde bû, mijara parvekirina siyasî germ bû û nakokiyên siyasî derketin pêş. Paradoks ev bû ku hêza demokrasiyê her destkeftek çêdikir, hêza dijber li hember radibû, lê dema destkeftiyên wê çêdibûn, dixwestin têde bibin hevpar û şîrîk! Ev destkeftan hêzên herêmî û cîhanî xistin nava fikara ku hêza demokrasî an jî eniya ku xwe hêza xeta sêyemîn bi nav kiribû bibe nimûne ji herêmê re, lewra êrîşên serbazî û leşkerî bûn bijareya yekê ji bo pêşî lê girtina pêşketina wê eniyê. Êrîşên hêza bi navê “Cebhet'ul Nusra” bi wî awayî dest pê kirin. Hêzek bi hêmanên Îslamî yên ku di rastiya xwe de koma xêrnexwaz û bi pirsgirêk bûn, bi awayekî baş “pêxas” û “çete” hatin binavkirin, ava bû ku siyasetên hemû hêzên dijberî xeta sêyemîn pêk dianîn.
Li hemberî hovîtiya DAÎŞ'ê, xeta mirovahiyê
Ev yek heya şerê mezin yê Serêkaniyê a di sala 2013’an de berdewam kir. Dema li wê derê binketin, beşek mezin ji xaka Rojava ket bin kontrola hêzên Kurd. Di berdewamiya heman pêvajoyê de dîsa babetên siyasî û başdarbûna hêzên ku li dijî hemû “pêşketinan” bûn, bû mijara siyasetê. Ev yek di heman demê de hevterîb (bi hevre) bi nîqaşên derbarê kongreya netewî re çêdibûn. Dema ev yek bi awayê xwesteka dabeşkirina Rojava weke 50 bi 50'yan bi gotina wê deme “fifty/fifty” negihîşt çi encaman, dîsa şerê serbazî-leşkerî kete rojevê. Vê carê hêza şer ya “dij Kurd” DAIŞ bû. “Dewleta Îslamî a Îraq û Şam” nav û naveroka vê hêzê bû ku bi ala reş a sembola şovenîzma Erebî ku çi pêwendiyên xwe bi “Erebtî” (ku bi renge spî tê nasîn) û “Îslam” (ku bi rengê kesk tê nasîn) ve nebû, fermana dîrok û însaniyetê dabû û Kurd weke temsîla dîrok û mirovahiyê kiribûn armanc û hedef. Lê di şerekê demdirêj û wêranker de DAİŞ jî tûşî serpêhatiya Cebhet'ul Nusra bû. Hem di lehengiya ku li eniya Til Koçer û Cizîrê hat nîşan dan, hem di qehremaniya operasyona rizgarkirina Kurdên Êzîdî ji nav lepên hovitiya cîhanî û herêmî hem jî di dawiyê de di efsaneya berxwedana Kobanê de Kurdan dîsa hêz û hişê li pişt şoreşa xwe derxistin û bûne navê Kurdîtiya hemdem ku êdî welatên cîhanê jî ev dipejirandin û rêz ji berxwedana wan re digirtin. Dema li nêzî sed welatên cîhanê ji bo piştgiriya Kobanê meş hatin lidarxistin, herkesê zanî ku mizgîniya rêberê Kurdan ku gotibû komplo vala derketiye tê çi wateyê! Ev hiş û mêjî bi xeta sêyemîn bû xetek ku Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê xwedî lê derketin, di rêya wê de şer kirin, hêza xwe kirin yek. Îro li ser israra demokrasî û azadiyê gavek dîtir ji bo yekkirina xaka Kurdistanê davêjin. Di heman demê de ji bo Kurd mafên xwe bi dest bixin qonaxek girîng a danûstandinê bi cîhanê re dest pê kiriye.