Çiyayên qeşayê yên li bejiyê carinan rê vedikin li ber tişta ku jê re bahoza xîza yan jî ardê qeşayî tê gotin. Di vî wê enyî ji ezmanan ê NASA´yê parvekirî de em dibînin ku 29´ê Îlona bihurî ewrekî mezin ê “ardê qeşayî” beşeke mezin a Gronlandê daye ber xwe. Axir ev ewrê hanê bin xwe reş û tarî dike û ew ardê qeşayî jî mîna bahoza xîzê ya çolan weke derbên hûrik ên wan libên tene tene, tevahiya erdnîgariyê didin ber xwe. Zanyaran bi vê fenomenê dizanî lê ev yekem car e ku wêneyê pêkhatina vî ardê qeşayî yî di vê astê de mezin ji ezmanan tê girtin.
Ev ard, li gorî zanyaran gava baraneke havîna Gronlandê bi hewaya sar a îlonê dicemide û hişk dibe, pêk tê; helbet di nava wan de ji çiyayên qeşayî yên li bakurtir jî gelek zerre hene ku bê li ber xwe aniye. Bi her halî, ji ber ku kêm tişt derbarê wan de tên zanîn û tesîra wan li ser avhewayê jî nayê zanîn, ev bahoza ardê qeşayî dêhn û bala zanyaran dikişîne ser xwe.
WASHINGTON