
´Dê Arîn alê hilde´
Fatma Mustafa Îbrahîm diyar kir ku navê Arîn Mîrkanê ya ji bo azadiya Kobanê canê xwe feda kiriye dana keça xwe ya piştî 6 salan çêbûye ji bo wan rûmet e. Fatma Mustafa Îbrahîm anî ziman ku piştî vegerin li Kobanê Arîna biçûk dê ala berxwedanê hilbigire û piştî êrîş bi dawî bûn dê vegerin Kobanê. Fatma Mustafa Îbrahîm ji bo kesên ku xeyala dê Kobanê bikeve dikin jî bersiva “Heka li Kobanê Arîn hebin Kobanê nakeve” da. Muhammed Abdulkadîr Mustafa jî diyar kir ku dê li Kobanê Arîn bi ser kevin û dê her tim Arîn Mîrkan hebin û tenê ne li Kobanê li hemû cihên ku li dijî destkeftiyên kurdan êrîş hebin daxwazên êrîşkaran têk biçe. Arîn Mîrkan û malbata wê ya li konbajarê Arîn Mîrkan dijîn li benda vegera Kobanê ne.
DIHA/RIHA