Di merasîmê de Mele Bextiyar ê endamê Mekteba Siyasî ya YNK´ê peyivî û got, “Arîn ne şehîdeke ji rêzeê ye. Xisleta wê ya ku wê ji wan ên din cihê dike ew e ku di demekê de ku klesî bawer nedikir Miştenûr dikare ji çeteyên DAIŞ´ê were rizgarkirin, bi çalakiya xwe ya fedaiyane bû rohniya hêviyê.”
Mele Bextiyar bi bîr xist ku tehlûke û metirsiyêmn li ser gelê Kurd dewam dikin û weha peyivî: "Hin kes naxwazin ew kantonên xwe bi rê ve bibin, hinek naxwazin ew federaliyê ragihînin. Tevî van astengiyan hemûyan, wan xwest Kobanê bikin Parîs û ev bi ser xistin. Şervan li wir û pêşmerge li vir. Ew hemû ji bo mafê demokrasiyê û ji bo pûçkirina planên Sykes-Picot canê xwe feda dikin.”
Waliyê Silêmaniyê Dr. Aso Ferîdûn jî got, "Fedaîtiya Arînê li Miştenûrê çarenûsa şerî li Kobanê guherî. Tirs xiste dilê DAIŞ´a dilreş. Wê canê xwe feda kir û ji wan re got, ev der Kobanê ye. Bi vî rengî her kevir, her mal, her kolana li Kobanê veguherî bombeyeke bi wan de biteqe.”
Peykertraş Berzan Hewramî jî got wî Çileyê 2015Şan dest bi çêkirina peykerê kiriye û weha peyivî: "Peyker 5 metroyan bilind e, ji tûncê hatiye çêkirin. giraniya wê 4 ton 300 kîlo ye. Ez serfiraz im em peykerê sembola şerê li dijî çeteyên DAIŞ´ê li meydana Qilyasan datînin.”
Hapsa Xanî-Naqip dotmameke Şêx Mahmûd Berzencî bû ku ji bo mafê gelê Kurd û mafê jinan di nava civaka Kurd de xwedî kedeke mezin e. Salên parçekirina Kurdistanê de weke çalakgereke siyasî û civakî nameyek ji Cemiyeta Miletan re şand; desteka wê ya ji bo Komara Kurdistanê ya li Mahabadê ragihandî jî ew veguherand semboleke têkoşeriya jina Kurd.
SILÊMANÎ