Îro yekemîn salvegera şehadeta Arîn Mirkan e. Bi vê boneyê nûçegîhanên ANHA’yê çûn serdana malbata Arîn Mirkan a li gundê Mîrkan li Efrînê. Dayik, xuşk û birayên Arîn bîranînên xwe pê re û bandora wê li ser malbatê vegotin.
‘Arîn bûye bûka Kurdistanê’
Dayika wê Wehîde Henan dema behsa keça xwe Arîn kir, got: “Arîn bi berxwedana xwe cîhan hejand û bû bûka Kurdistanê. Keçeke ku ji bo parastina nirxên welatê xwe canê xwe daye, ez dayika wê me, ez pir serbilind im.”
Arîn beriya tevlî nav hêzên eskerî bibe, hertim ji malbata xwe re digot: “Ez ê tiştekî mezin bikim.”
Dayika Arîn Mîrkan dibêje, keça wê ji bo dijminê mirovahiyê çeteyên hov bişkîne û li hemberî vê morala hevalên xwe yên şervan bilind bike, çalakiya fedayî ya mezin lidar xistiye.
Wehîde Henan Arîn mîna “şehîda mirovahiyê” û her kesê ku azadiya welatê xwe dixwaze bi nav kir û wiha axaftina xwe domand: “Wê rastiya kesayeta jina têkoşer diyar kir û ji dijmin re îsbat kir ku jinên Kurd dikarin li hemberî terorê şer bikin.” Dayikê herî dawî got, “Her jineke Kurd divê kesayeta Arîn ku cîhan hejandiye, ji xwe re esas bigre.”
‘Arînê hêz da malbatê’
Sê birayên Arîn di nava refên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de cihê xwe digrin, du xuşkên wê jî mamosteyên zimanê Kurdî ne ango di nava xebatên Saziya Zimanê Kurdî de cih digrin.
Birayê wê yê bi navê Mihemed dibêje, Arînê barê malbatê yê welatparêziyê sivik kiriye û got: “Beriya Arîn çalakiya xwe pêk bîne, wekî her malbatekê me xwe di aliyê welatparêziyê de kêm didît, lê piştî çalakiya xuşka me, me dît ku ev bar kêmekî li ser me sivik bûye.”
Mihemed bandora xuşka xwe wiha anî ziman: “Em niha sê birayên hev di nava Yekîneyên Parastina Gel de ne, du xuşkên me jî di nava xebatên Saziya Zimanê Kurdî de kar dikin. Di rêya şehîd Arîn de, ji bo bibin bersiva wê çi ji me were xwestin bêguman em ê bikin.”
‘Arîn tirsa jinîn Kurd xist dilê çeteyan’
Mihemed ji bo tesîra çalakiya Arîn a li ser dijminê mirovahiyê DAIŞ´ê jî weha rave kir: “Çeteyan şikestina xwe ragihandin, di çapemeniya nêzî wan de dihat gotin, ´Vê jinê 70 kes ji me kuştin´, ev diyar dike ku çalakiya Arîn heybeta û tirsa jinên Kurd xist dilê çeteyan.
Xuşka Arîn a bi navê Dicle jî ji xwîşka xwe got: “Arîn moraleke pir mezin da şervanên Kobanê. Ew bû hêmana bingehîn a rizgarkirina Kobanê ji çeteyan. Dicle bal kişand ser zarokatiya Arîn jî û got: “Beriya ku biçe ji me re digot ‘Ez ê tiştek mezin bikim ku serê malbatê pê bilind bibe’.”
ROJNEWS/KOBANÊ