Di nav wan de xwediyê xelata Noelê ya Aştiyê Adolfo Perez Esquîvel, Dayikên Plaza de Mayo, Nora de Cortînîas jî, gelek parezvanên mafê mirovan û siyasetvan, entelektuelên Arjantînî nameyek nivîsî û serî li Wezareta Karê Derve ya Arjantînê da.

Ji koma ku li ber avahiya serokatiya welêt a li paytext Buenos Airesê civiyayî, 3 nûner bi Rêveberê Karê Derve yê Kabîneyê Eduardo A. Varela û endamên Masaya Rojhilata Navîn re hev dîtin û name radestî wan kirin.

Em bi fikar kirinên li dijî Kurdan dişopînin

Varela ku li ser navê Seroktiyê tevlî axaftinan bû, diyar kir ku ew binpêkirinên mafên Kurdan ên li Tirkiyê ku bi taybetî îsal pêk hatin dişopînin, her wiha haya wan ji kirinên hikûmeta Tirkiyê heye ku piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê dikin û bi fikar van kirinan dişopînin. Varela diyar kir ku di demeke kurt de ew ê bi gavên berbiçav bersivê bidin vê miracaetê.

Di nameyê de bal tê kişandin ser qedexeyên derketina derve, bi komî kuştina sivîlan, kavilkirina bajarên Kurdistanê û koçberkirina bi darê zorê, girtinên siyasetvanên HDP’ê û DBP’ê û girtina Hevserokê DBP’ê Kamûran Yuksek. Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di nameyê de cihekî berfireh digire.

Di nameyê de dagirkirina Rojava ya ji hêla dewleta Tirk ve jî tê rexnekirin û tê gotin, têkiliya Tirkiyê ya bi çeteyan re êrişa li dijî Rojava ye.

Di nameyê de ji Wezareta Karê Derve ya Arjantînê tê xwestin ku bi hikûmeta Tirkiyê û Serokkomarê wê Erdogan re têkilliyên xwe di ber çav re derbas bike û ji bo bidawîkirina şer, ji nû ve destpêkirina pêvajoya aştiyê zextê lê bike.

Çalakger her wiha dixwazin, piştgiriya mexdûrên dewletê were kirin û hikûmeta Arjantînê di warê binpêkirina mafê mirovan de bibe xwedî helwêsteke zelal.  n


 BUENOS AIRES