Dema min bihîst ku tu ji bo pêșangeha pirtûkan ya Frankfurtê hatiyî vexwendin, ez çendî șa bûbûm, ji bo nasîna kesayetiya te. Jiwê min hima ragihand vexwendêran ku tu yê mîvanê min bî! Lê min çi zanî ku pençeșêra hevparê mirin û dagirkerên xwînxwar ketiye pêsîra te û dixwest te di vê dema teya bi adan de ji me bidize!
Dengê mirinê, dengê șînê gazinca pelweșîna mirovbûnê, dil xemgîn giyan bi êș, erjengî xwe berdide hînavê mirovan! Ev çendî sal in, hêviya așitiyê wek vedana birûskê xwe nîșanê me dide, lê bi weșa tirîjên gerdûnî di cîh de wenda dibe. Her șîn û mirin bi bêbextiya dagirkeran re dimîne li ber derê me!
Rojê dilê dayîkekê bi sojîna agirê roșta Mîtra xwîn digirî, rêba û mija mirinê xemginiya șevreșan bi axîn û hawarê re li șêniyên bajêr ên dilhelûk dihêwire, lê dagirkerên bi sentêzên sosret, bi giyanên vampîran her xwîn dixwazin, wek hevrêyên pençeșerê ketinin pêsîra giyanên bê guneh, war wêran, stûna malê ruxyayî, per û bask șikestî! Reșahiya mirinê hêșiya tariyê avêtiye ser xaka me.
Cihana qașo pêșverû, mirovahiya xwedîgiravî li pey mafên gerdûnî, saziyên qestîmetî navnetwiyê bi navê yekitiya netewan (YN) bêwîjdan, bêdeng, ker û kor, çawa ku bixwezin, șîn û azarên li welatê xwe jî bireșînin ser xaka me! Ji xwînxwarên bi sentêzên sosret re çepikan lê didin.
Mirina bêbext bi hezaran salan e ku bi dagirkerên hovên cinawirî re mil bi mil wek xwîniyan ketiye pêsîra me. Ji bo wê mirinê tirsandin, rê ji jiyanê re vekirinê, bi sedan dîlên șer ên di zîndanên dagirkerên hêrên dilkevir de bi șahiya berxwedanê ketine govenda șerê birçîbûna mirinê! Bi dîlêrî ditekoșin. Rêbaya heznîbûn, bi coșa berxwedan, bi pîroziya șahadetan direșe ser baxê giyana me sêwiyan.
Pençeșêrê jî dest daye mirinê û dagirkeran, bi ruhustînê bêwîjdan re li ser xaka me derketiye nêçîra mirovên baș û rojê Arjen Arî`yekî me jî ji me distîne! Dil disoje, rondik miçiqî, giyana di bin zerandina êșê de dinale
Min li jor nivisî, ku min kesayetiya Arejen Arî bê nivisên wî, nav û dengê wî nedinasî. Her çendî giyana min bi wan re ye jî, ez giyanên qehreman ên bedena xwe di vê greva birçîbûnê de ji mirinê re kirine sîper jî nanasim, lê min cendî dixwest ku min bikaniya bi vê hevoka gorbihușt Arjen Arî hemêzek Baqên gulên sor bigirta û biçûma ziyareta Arjen û giyanên di birçîbûna mirinê de! Hem jî bi vê hevoka Arjen Arî:
“Gula ku sihar sihar sor, pel bi pel gewez gewez vedibe û di neynika çavên mirov de dibişire, bi rengebişirînê re mirovê ku di temaşeya de heyran heyran ji xwe ve çûyî jî bi xwe re dibişirîne. O.p. 31.8.2012”
Tevahiya Kurdan bi giyanên rewanpakan re li ser her bihust xaka welêt, li her çengê cihanê bi çend dostên heyî re rabûne ser piyan, dixabitin ku mirin, pençeșêr û dagirkerên bi îmanên sosret carekî din ji ser wê xaka ku jiyan ji ber mirinê careke din vegerandibû nava xwezayê derxin û bavêjin dojeha têkçûnê!
Wê bîranînên we, giyana berxwedanê ya we rewanpakan, helbest û awazên we yên tenê jiyan jê dipijiqe, bibe ronahiya nivșên li pey me! Wê êdî mirin jî newêribe, bê dem û kat ling bavêje ser wê xaka bingehê jiyanê!
Bila ev nivisa ji êșa di giyana min de bi axîneke kesertijî ji nava lêvên min ên ji ber hîskikan kelakel dilerize, șeqitî; bi van hevokên te biqede Arjeno:
„Ji lew; bo her mirovî hisretkêşiyek e dûrketina ji ax û war û wargehên zaroktiyê…Ev keserkûriya bêpawan a mirovên ji axa xwe bûyî, di livîna mirinê de bi qewitiya ‘Min li axa min veşêrin’ dibe pahr û pişka kesên li dû yê mirî mayî...
Mirî ‘qulingekî baskşikestî’ be jî ‘Temo’yekî wî heye.
Lê yê saxan…saxên sax sax dûrî axê nesax û mirî?“ (Oz. Pol. Arjen Arî)
Arjeno; mirin jî wek dagirkeran bêbext e!