Bi rizgarkirina gundê Gidêran re, bakurê Bendava Azadî bi temamî ji çeteyan hat paqijkirin û berê çekên şervanan niha li Bendava Azadî ye.   

Gundê Gidêran li rojavayê bajarê Reqayê ye, şervanên QSD`ê ji vir  berê xwe dan Bendava Azadiyê. Bi rizgarkirina gund re, bakurê bendavê bi temamî ji çeteyan hat paqijkirin.

Bendava Azadî  sêyemîn mezintirîn bendava Sûriyê ye. Di navbera Bendava Firat û Bendava Azadiyê de di navbera bajarê Reqa û Tebqayê de 27 kîlometre hene.


Êrişa çeteyan hat şikandin 

Şervanên QSD’ê êrişa çeteyan a li dijî gundê Meyselûn pûç kir û depoyeke çekan a çeteyan teqand. Di şer de 23 çete hatin kuştin.

Pêr nîvê şevê çeteyên DAIŞ`ê  êrîş bir ser gundê Meyselûn ê li bakur-rojavayê Reqayê. Şervanên Xezeba Firatê yekser bersiva çeteyan da û li gund û derdorê şer qewimî. Şer du şev û rojekê ajot. Di encama şerê giran de êrîşa çeteyan hat pûçkirin û koma ku êrîş anîbû ser gund, hat îmhakirin. Di şerê li gund û derdorê de herî kêm 20 çete hatin kuştin.

Piştî pûçkirina êrîşa dijwar a çeteyan,  şervanên QSD’ê li bakur-rojavayê Reqayê bipêşveçûna xwe domand û depoyeke çekan a DAIŞ`ê ku 2 kîlometroyan dûrî Reqayê ye teqand. Li depoya çekan jî 3 çete hatin kuştin.


Çete teslîm dibin

Komek ciwanên Sûrî ku di nava çeteyên DAIŞ′ê de cih digirtin li ser banga Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê, xwe radestî hêzên QSD′ê kir.

Feramandariya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê di 15′ê Gulanê de daxuyaniyek da û bang li ciwanên Sûrî yên di nav refên çeteyên DAIŞ′ê de kir ku di nava 10 rojan de xwe radestî hêzên QSD′ê bikin, da jiyana xwe û malbatên xwe biparêzin. Lê li ser daxwaza rûspiyên herêmê, dema xweradestkirinê heta 31′ê mehê hat dirêjkirin.

Li ser vê bangê, komeke ciwanên Sûrî xwe radestî hêzên QSD′ê kir.

Çavkaniyeke ji hêzên QSD′ê diyar kir ku kesên xwe radest dikin, dikevin lêpirsînê û rewşa wan di ber çav re tê derbaskirin.

Her wiha hat zanîn ku bi bipêşveçûna şervanan ber bi Reqayê ve, hejmara kesên ku xwe radest dikin roj bi roj zêde dibe.

Ji ber rewşa ewlekariyê, QSD′ê heta niha hejmar û nasnameyên kesên xwe radest kirî, eşkere nekiriye. 


 REQA