Li Silêmanî çalakiyek li dijî dagirkeriya Tirk û baregehên wê yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê hate lidarxistin. Her wiha di çalakiyê de daxwaz hate kirin ku malên Tirkî û rêzefilmên Tirkî jî bêne boykotkirin.
Pêr êvarê li cadeya Seholeke (Salim) ya li Silêmanî bi pêşengiya rêxistina Zerdeştiyan, çalakiyek li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Herêma Kurdistanê hate lidarxistin. Di çalakiyê de pankarta li ser “Xwîna me xaka me ye, Tirkê faşîst Kurdistan welatê me ye, Kurdno li dijî artêşa Tirk dest bidin destê hev” nivîsandî hate hildan.
Di çalakiyê de Berpirsê Navenda Ferheng û Felsefeya Zerdeştî ya Kurdistanê Pîr Kamilî Mezda Senayî, daxuayniyek da çapemeniyê û got; “Xaka Kurdistan di jêr metirsiya dagirkeriya dewleta Tirk de ye. Bi hezaran leşkerên xwe tevî çekên giran anîne ser xaka Herêma Kurdistanê û bi dehan baregehên leşkerî ava kirine. Armanca dewleta Tirk qirkirin û dagirkirina Kurdistanê ye.”
Çav berdana xaka Kurdistanê
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, leşkerkêşana Tirk li ser xaka Herêma Kurdistanê metirsiya xwe heye û wiha dewam kir; “Tirkan di dîrokê de hertim çav berdaye xaka Kurdistanê, bi vê pêngava nû re eşkere diyar e ku dixwazin me tine bikin. Ji bona wê, em daxwaz ji tevahiya xelkê Kurdistanê, hizbên siyasî û rêxistinên Kurdan dikin ku ji bo derxistina artêşa Tirk ji ser xaka Kurdistanê hewl bidin.”
Di dawiya daxuyaniyê de jî daxwaza dewamkirina boykota malên Tirkî û rêzefilmên Tirkî ji xelkê Başûrê Kurdistanê hate kirin.
Bi gotina dirûşmên “Yek e yek e yek e, gelê Kurd yek e, bijî berxwedana Rojava” dawî li çalakiyê hat anîn.
ROJNEWS/SILÊMANÎ