Di salên 1994'an de ji ber pergala cerdevaniyê qebûl nekirin welatî bi zorê ji gundan hatin koçberkirin û ligel hemû gefan têkoşîna jiyanê li gundan dan niha rastî astengiya bendavan tên.

Ji 7 bendavên DSÎ bi armanca derbasbûna endamên HPG'ê asteng bike çêdike îşata 2 bendavan bi dawî bû û ya 5 bendavan jî berdewam dike. Hate zanîn ku bihayê 7 bendavan 207 mîlyon lîraye û bendavên Siyah Kaya ya girêdayî Sîlopiyê û Pira Spî ya girêdayî Qilebanê bi dawîbûn û Bendava Înceler jî berdewam dike û dê gundê ji 24 malan pêk tê di bin avê de bihêle. Çêkirina bendavên din jî jiyana welatiyanbi neyînî bi bandor dike.
Jina bi navê Naîme Kara (50) a ku lku bajaroka Şexan a nêzî bendava Pira Sîpî dijî diyar kir ku di sala 1994'an de leşkeran ew bi zorê ji gund derxistin û ligel vê yekê gund û zeviyên wan dê niha di bin avê de bimînin. Kara, anî ziman ku piştî bendavê av girt baxçeyên û zeviyên wan di bin avê de man û bendavê gundê wan weke girtîgehê lêkir û wiha got: "Vê bendavê em hepîskirin. Berê ji bo komkirina pançar piştî kontrola leşkaran em diçûn aliyê din. Lê piştî bendav hate çêkirin tenê em êdî berê xwe didin çiyayên berê em lê digeriyan. Ji bo zarokên me nevkevin û avê û nexeniqin em nobetê digirin. Heke hêza min heba min dê bi destê xwe ev bendav hilweşandiban."

Ji ber bendavan koçberî

Welatiyê bi navê Mahmut Kar jî diyar kir ku wan agahiya pira dîrokî û goristanekî kevin di bin avê de ma girtin û bendavê hem dîroka wan û hem jî jiyana wan tunekir. Kara, anî ziman ku Pira Spî ya di bin avê de ma pira Mîrê Botanê ya gumruk lê digire bû û pirekî girîng a dîrokî bû. Kara, da zanîn ku bi salane li herêmê rastî zilma desthilatdaran tên, baxçe û axurên wan di bin avê de man û DSÎ'yê pereyê wan neda. Piştî bendava Înceler bi dawî bû û av girt dê gundê Kalgeh ê ji 24 malan pêk tê dê bi navê de bimîne. Welatiyê bi navê Alî Kîlîm (43), diyar kir ku di sala 1994'an de gundê wan ê ku li ber quntarê Çiyayê Kelha Kal hate valakirin û hatin gelî dest bi jiyanekî nû kirin. Kîlîm, da zanîn ku libenda xizmên xwe yên ji ber zextan li bajar û qadên in ên derdorê belavbûn bên cem hev bûn vê carê jî ji ber bendavan dê koçber bibin û belav bibin.

Her tim lehî pêk tê

Bendava Taşdelan a li heman gelî 200 metre jê tê çêkirin ji ber lehiyê gelek caran tê rojevê gundê Nerweh li hemberî talukeyekî gelek cidî ye. Welatiyê bi navê Mahmut Aykut (58) diyar kir ku gundê Nerweh weke bi dehan gundên din di salên 1994'an de hate valakirin û ji bo welatiyên gund careke din vegerin gund di sala 1997'an de serî li Qeymeqamê Qilebanê dan. Aykut, anî ziman ku qeymeqam serlêdana gundiyan bi şerê li ser riya Şirnex û Colemêrgê bê çêkirin qebûl kir. Aykut, da zanîn ku li gundê wan her tim lehî pêk tê. Aykut, bilêv kir ku ji ber riya Şirnex û Colemêrgê dê bin ava bendavê de bimîne dê gund bibin hêj rojtir. Aykut, destnîşan kir ku di baranan de dibe ku bi dehan mal di bin lehiyê de bimînin. Aykut, da zanîn ku bendav ji bo gelê herêmê koçber bikin çêdikin. Aykut, anî ziman ku polîtîkayên herêmê bêmirov bikin di dema Kenan Evren de dihate axivîn û di salên 90'an de hate rojevê û bi hikûmeta AKP'ê bi polîtîkayên "barajên ewlehiyê" berdewam kirin. 

DÎHA/ŞIRNEX