
Encanameya "Forûma Enerjiyê ya Mezopotamyayê" ya ji aliye Şaxa Odeya Endezyarên Ceryanê (EMO) ya Amedê ve di 21-22 cotmehê de hate lidarxistin hate aşkerêkirin. Di encanameyê de berfirêh cih dan dîroka Mezopotamyayê. Di encamnameyê de hate gotin ku Mezopotamya bi hezaran sal ji bo jiyana mirovatiyê bûyê cih û war, ji ber ku havzaya Dîcle-Firatê cihê jiyane ya yekemîne bûye herêma şerên cîhanê.
Di encanameyê de hate diyar kirin ku bendavên li Colemêrg û Şirnexê yên li ser sînor tên çekirin, ji bo pediviyên leşkerî tên çekirin û tu armanca van bendavan yên hîlberinê tuneye. Encanameya cih da van gotin "Bila çavkaniyên herêmê yên ji bo pirsgirêka Kurd ya ku divê bi riyên aştî û demokratîk bên xerçkirin, bila ji bo pêşketina herêmê ya raye bên xerçkirin." Di encanameyê de hate bilêvkirin ku hikûmeta AKP'ê bi navê projeyê GAP'ê gelek sozên qanalên avê çebike da. Lê hê jî ev qanal nehatin çekirin. Di encanameyê de hate xwestin ku pirsgirêka ceryanê yên li herêmê berdewam dikin bên çareserkirin û ji bo çareseriyê çi hewceyê bên kirin. Di encanameyê de hate diyar kirin ku gel li dijî enerjiya nukleera ne.
Di encanameyê de hate diyar kirin ku li herêmê hîlberina cerynanê pir zedeye, lê herêma herî ku pirsgirêka ceryanê dijî ev herêmê û hate gotin ku herêm di milê aborî û civakî jî herêma herî paşde mayiyê. Di encanameyê hate destnîşankirin ku projeyên wek HES, Ilisu û Mûnzûrê yên dîroka herêmê tune dikin, ji aliyê waletiyên herêmê ve nayên qabûlkirin û hate gotin ku divê çavkaniyên bendavan ji bo qanalên avê bên karkirin. Di encanameyê de hate diyar kirin ku bila av û enerjî di nav gelan de di aşitiyê de bên parve kirin û ji bo parve kirina Dîcle û Firatê ya dersînor jî bila şûna dewleta pediviyên gelan di polîtîkayên karkirina enerjiyê de cih bigire.
ANF/AMED
‘Hûn nikarin ava me bistînin’
Di sala 2004’an de liser Çemê Gaşkarê yê navçeya Gimgima Mûşê bingehê Santrola Hîdroelektirîkê (HES) hate avêtin. Di sala 2008’an de lîsansa avakirinê wergirt. Lê piştî welatiyên herêmê berteka xwe anîn ziman avakirina bendav û HES’ê hate rawestandin. Bendava ku bandorê li ser gundê Sêgiran, Rakasan, Muzran, Koskar, Sofyan, Tanzîk, Keçan, Taşci û Karkarût bike bû sedema bertekên welatiyan. Welatiyên ku nerazîbûnên xwe anîn ziman bi gotina “Heta hûn canê me nestînin hûn nikarin ava me bistînin” bertekên xwe anîn ziman.
Ji welatiyên herêmê Gunduz Aktaş, anî ziman ku HES li ser zeviyên wan û gundên wan tê avakirin û wiha got: “Xebatên HES’ê ji sala 2004’an dest pê kir. Di sala 2008’an de lîsansa avakirinê stend. Em her tim dibin asteng. Em dê destûrê nedin avakirina HES’ê. Li gel bertekên me kes nayên ji me tiştekî napirsin û lez didin xebatên avakirina HES’ê. Lê em dê destûrê nedin vê yekê. Hikûmeta AKP’ê bi van projeyan mafê gel binpê dike. Ji bo em li vir çandinî û sewalkariyê nekin van projeyan pêş dixe. Em teqez destûrê nadin vê yekê. ”
MÛŞ