Li Kantona Efrînê Yekemîn Yekîneya Leşkerî ya Jinên Herêma Şehbayê ya bi navê Şehîd Jiyan Ehrez, a girêdayî Cephet El Ekrad, piştî dewreyeke perwerdeyê hat avakirin. 18 jinên kurd, ereb û tirkmen dewreyeke perwerdeya leşkerî û bîrdozî ya 15 rojan dewam kir û bi dawî kir. Di dawiya dewreyê de bi merasîmekê Yekîneya Leşkerî ya Jinên Herêma Şehbayê hat ragihandin.

Di merasîmê de Fermandarên YPJ’ê, endamên Meclîsa Rêvebiriya Herêma Şehbayê, Meclîsa Rûspiyên herêmê û fermandarê Cephet El Ekrad Ebû Hecî û malbatên şervanên yekîneyê jî amade bûn. Di serî de endamên dewreyê merasîmeke leşkerî pêk anîn, piştre kom bi kom li ser parastina jinên herêmê sonda leşkerî xwendin. Di dawiyê de jî daxuyaniya ragihandina Yekîneya Şehîd Jiyan Ehrez ji aliyê şervana yekîneya Arîn Mîrkan ve hat xwendin. Mîrkan diyar ki ku ev yekîne ji bo parastina jinên herêmê hatiye damezrandin.


Ji bo rizgarkirina jinên Şehbayê

Der barê avabûna yekîneyê de şervanan jî hizr û hestên xwe îfade kirin. Şervana bi navê Rojda Xemgîn girîngiya avakirina yekîneyê derbirrî û bang li jinên herêmên Şehbayê kir da ku tevlî wan bibin. Şervan Arîn Mîrkan da zanîn ku bi armanca ew xwe ji hişmendiya zilamê desthilatdar rizgar bikin, jinên ji pêkhateyên cuda di vê yekîneyê de cih digirin û bang li hemû jinan kir da ku ligel wan cihê xwe bigirin.

Şervana bi navê Sozdar Tolhildan da zanîn ku ew ji bo jinên Şehbayê ji zilmê rizgar bike ew tevlî nav refên şervanan bûye û pêwîst dike jin tev bi bilindkirina parastina rewa, azadiya xwe misoger bikin.


Bi mîrasa Kobanê azadkirina jinê 

Şervan Arjîn Şehba jî destnîşan kir ku avakirina yekîneyekê taybet bi jinên herêmê tê wê wateyê ku ew exlaq û nirxên xwe bixwe biparêzin û weha peyivî: “Serketina jinên Kobanê rêya hêviyê li ber me vekir, em jî dê bi vê mîrasa mezin hemû jinên herêmê azad bikin.”

Şervan Şîlan Cabo jî weha axivî: “Ez damezrandina yekîneya leşkerî ya jinên Şehbayê li hemû jinan pîroz dikim. Bi vê perwerdeyê me wateya jina azad nas kir. Jin dikare bi vê hêza xwe xwe ji zilm û koletiyê rizgar bike.” 


 EFRÎN