Ehmed destnîşan kir ku welatî ji ber rewşên dijwar ên jiyanî, civakî, aborî û pevçûnan malên xwe berdane, her wiha têkliyên dewletên cîran bi koçberên di kampan de hişt ku vê kampê vebikin.

Derbarê kampê de Ehemd wiha anî ziman: “Heyva Sor a Kurdistanê 300 kon ji me re şandin. Me bi rêxistinên pispor bi kar û barên koçberan re yên Netewên Yekbûyî re peywendî pêk anîn û wan jî ji bo alîkariyê amadebûna xwe anîn ziman.” Ehemd diyar kir ku erdê kamp li ser hatiye avakirin têra 3 hezar kon dike û dê konê li gorî pêdiviyê konê din bêne vegirtin.”
Her wiha Ehmed di berdewama axaftina xwe de got ku wan ji Desteya Bilind a Karûbarên Koçberan ji bo peydakirina pêdiviyên koçberan soz wergirtine. Ehmed bang li rêxistinên din ên têklîdar kir ku ew jî ji bo xizmeta koçbera alîkariya wan bikin.

Ji bo herkesî vekirî ye

Derbarê kesên ku kampê dê pêşwaziya wan bikin de Ehemd da zanîn ku kamp ji bo hemû pêkhateyên Sûriyê vekirî ye û wiha got: “Ji mafê her hemwelatiyekî Sûriyê ye ku mala wî hatiye hilweşandin çi ji bajarên Heleb, Humis, Şam û hwd.. an jî ji herêmên Kurdan ku malên wan hatine talankirin ên wekî bajarokên Til Eran, Til Hasil û yên din cihê xwe di kampê de bigirin.”
Ehmed di axaftina xwe de wiha pêde çû: “Ji bo ku fişara li ser gund û bajaran bête kêmkirin, em hewl didin ku di demeke nêz de koçberên di gund û bajaran de veguhêzin kampê û komîteyên alîkariyan û tenduristiyê yên herêmê ji bo temamkirina xizmetên sereke di nava xebatan de ne.”
Ehmed destnîşan kir ku ew ê pêdiviyên pêwîst ên koçberan ji tenduristî û xawrinê dê peyda bikin û wiha da zanîn: “Armanca me ew e ku koçberên Sûriyê ku li dewletên cîran bi cih bûne vegerînin, ji bo ku bi rûmet li ser axa xwe bijîn.”
Hêjayî gotinê ye piştî ku koçberên li dewletên cîran rastî gelek kiriyarên tundî, kuştin, zewaca bi darê zorê, destdirêjiya li dijî jinan û neçarkirina wan di karên qirêj de hatin, ev gav hate avêtin.
Rêxistinênê hiqûqî bi dehan rewşên binpêkirina mafê koçberên Sûriyê li kampên Tirkiyê, Başûrê Kurdistanê, Urdun û Lubnanê qeyd kirin.



VASTÊR MÎRZA/ANHA/DÊRIK