Akademiya Mazlûm Dogan ê ku di bin bana Konfederasyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz xebatên xwe dimeşîne beriya du salan li Kefircennê li herêma Efrînê wekî yekemîn akademiya perw- erdekirina xwendekaran li rojavayê Kurdistanê, hat vekirin. Di akademiyê de ji xwendekarên hemû herêmên Rojava re 4 dewreyên per- werdeyê tevî dewreyeke taybet ji xwendekarên herêma Kobanê re hatine dayîn. Lê ji ber dorpêçkirina herêma Efrînê û dijwarbûna gihîştina xwendekarên hemû dev- erên Rojava navenda akademiyê rakirin herêma Cizîrê li gundê Eyn Dîwar ê bajarê Dêrîkê.
Li herêma Cizîrê jî 10 dewreyên perwerdeyê hatine vekirin. Ji ber herdu herêmê Efrîn û Kobanê dor- pêçkirî ne tenê xwendekarên herê- ma Cizîrê beşdarî van perw- erdeyan dibin. Akademiya Mazlum Dogan piştgiriya hemû sazî û komîteyan bi kadiroyên zanistî, çandî û perwerdehî, dike.
Dewreyên perwerdeyê bi navên têkoşerên YPG/YPJ’ê, têne binavkirin. Her dewreyek mehekê dirêj dike û tê de waneyên îdeolojî û ramyarî li ser dîroka Kurdistanê, dîroka jinê, girîngiya perwerdeyê, dîroka ciwanan, îdeolojiya rizgar- bûyîna jinê, dîroka konfederasyonê, dîroka Tevgera Azadiya Kurdistanê û waneyên pratîk yên xweparastinê û bikaranîna çekan, têne dayîn.Ji destpêka avakirinê heta niha 500 xwendekar tevlî perwerdeyên akademiyê bûne.
Piraniya xwendekarên ku perwerde bûne beşdarî saziyên civakî û xizmetkirinê yên girêdayî Tevgera Civaka Demoqratîk (TEV-DEM) û hikûmeta herêmê dibin, her wiha hinek xwendekar tevli refên YPG/YPJ’ê dibin û ji wan Zinar Dêrîk, Metîn Mihemed, Berfîn Kobanê, Viyan Kobanê,Hogir û Milîtan yên ku jiyana xwe di nava refên YPG/YPJ de şehîd ketine.
Demokratîzekirin
Rêberekî akademiya Mazlûm Dogan Elî Siyamend diyar kir ku armanca avakirina akademiyê avakirina nifşeke ji hişmendî û çanda rejîmên desilatdar rizgarbûyî ye.
Siyamend bang li hemû xwendekaran kir ku tevlî devreyên perwerdeyê bibin û ji bo roleke aktîf di civakê de bilîzin û nirxên neteweya demokratîk tespît bikin, kesayeta xwe pêş bixin. Ji aliyê xwe ve endama konfederasyonê Dîmen Îsmaîl pêwistiya tevlîbûna xwendekaran taqez kir û bal kişand ser ku bidestxistina bawernameyên zanîngehan têrê nake ku kesayeta mirovan pêş bikeve.
AYSE HISO/ANHA/DÊRÎK