Kurdistaniyên li Elmanyayê yên li bajarên herêma Bodensee û paytexta eyaleta Bayernê Munchenê, li ser hilbijartinên 24’ê Hezîranê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di civînên gel de hatin cem hev. Kurdistaniyên li bajarên Bodensee û Munchen ên Elmanyayê, li ser hilbijartinên 24’ê Hezîranê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê civîna gel li dar xist. Em ê karibin pêşiyê li dîktatoriyê bigirin Civîna gel a li bajarê Friedrichshafen ê li herêma Bodenseeyê doh li komeleya Kurdan pêk hat û bi vî rengî karê ji bo hilbijartinê dest pê kir. Endama Komîsyona HDP’ê ya Ewrûpayê Fatoş Goksûngûr û Hevşaredarê Pirsûsê Orhan Şansal jî beşdarî civînê bûn. Goksungur got, “Di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de em neçar in bi ser kevin. Dema ku em bi ser ketin, wê çaxê wê derb li faşîzmê bikeve. Her kes hem divê dengê xwe bide, hem jî malbat û derdora xwe qaneh bike ji bo ku dengê xwe bidin HDP’ê.” Hevşaredarê Pirsûsê yê HDP’yî Orhan Şansal jî destnîşan kir ku bi derbasbûna ji benda hilbijartinê, ew ê karibin pêşiyê li dîktatoriya Erdogan bigirin. Hevşaredar got, “Hegger em bi ser kevin, em ê têkoşîna xwe ya demokrasiyê xurt bikin. Em ê careke din nîşan bidin ku em têk neçûne.” Bi baweriya serketinê bixebitin Kurdistaniyên li bajarê Munchenê, tevî dostên xwe li ser hilbijartinên 24’ê Hezîranê civîna gel kirin. Civîn li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) pêk hat û Parlamentera Amedê ya HDP’yî Nûrsel Aydogan beşdarî bû. Aydogan destnîşan kir ku weke HDP’ê hêviya wan ji vê hilbijartinê heye û divê bi baweriya serketinê ew bixebitin. MUNCHEN