Ayşe Hiso: Têkoşîna me ji bo Sûriyeyeke demokratîk e. Heke em di vî warî de bi ser bikevin, wê projeya Erdogan têk biçe. Li ser axa Sûriyeyê DAIŞ têk çû. Helwêsta me gelekî zelal e. Em ê projeya xwe biparêzin.

MÛRAT KÛSEYRΠ/ ANF/STOCKHOLM

Hevseroka PYD’ê Ayşe Hiso der barê rewşa dawî ya Rojava Bakurê Sûrî û gefên Erdogan de peyivî. Ayşe Hiso diyar kir ku Erdogan dijminatiya xweseriya demokratîk a Rojava dike û got; “Ji sala 2011’an û heta niha dewleta Tirk xwe dixe nav karên navxweyî yên Sûriyeyê. Heke Tirkiye êrişî Rojava bike, em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”

Hevseroka PYD’ê Ayşe Hiso têkiliyên dewleta Tirk û Erdogan a bi çeteyan re jî wiha nirxandin; “Erdogan ji roja destpêkê ve bi Artêşa Azad û çeteyên DAIŞ’ê re hevkariyê dike. Lê a niha, em dibînin ku Erdogan van çeteyan yeko yeko difiroşe. Beriya ku DAIŞ di warê eskerî de têk biçe, her kesî dizanibû ku herî zêde dewleta Tirk piştgiriyê dide DAIŞ’ê. Di dema berxwedana Kobanê de ev zelal bû. Armanca bingehîn a dewleta Tirk ev e ku êrişî xweseriya demokratîk a Rojava bike. Ji ber wê jî êrişî Efrînê kir. Têkoşîna me ji bo Sûriyeyeke demokratîk e. Heke em di vî warî de bi ser kevin, wê projeya Erdogan têk biçe. A niha li ser axa Sûriyeyê DAIŞ têk çûye. Helwêsta me gelekî zelal e. Em ê projeya xwe biparêzin. Dewleta Tirk Efrîn, Îdlîb, Cerablûs, Bab û Ezaz dagir kirine. Hebûna wê ya li Sûriyeyê ne rewa ye.”

Tirkiye ketiye nav krîzeke mezin

Hiso li ser encamên hilbijartinên cîhî yên Tirkiyeyê û Bakûrê Kurdistanê jî got; ”Erdogan di hilbijartinên herêmî de derbeke mezin xwar. Tirkiye ketiye nav krîzeke mezin. Tirkiye endamê NATO’yê ye. Ji ber vê jî tawîzan dide Rûsyayê. Têkiliya wê ya bi Rûsyayê jî ji bo şerê li dijî me ye. Ligel ku qedexe ye Tirkiye fuzeyên S-400 bikire, bi Rûsyayê re peyman îmze kir. Ev kirrîn, ji bo Rûsyayê hate kirin. Her kes dizane ku Erdogan niha dixwaze êrişî wan deran bike, yên ku berê DAIŞ li wan bû. Tirkiye ketiye nav krîzeke mezin, ji ber vê jî bi gefên li ser projeya me, dixwaze gelê xwe li ser lingan bihêle.

Cihan deyndarê QSD’ê ye

Hevseroka PYD’ê Ayşe Hiso di dewamê de bal kişand ser kiryarên dewleta Tirk a li ser gelê Efrînê û got; “Niha rewşa muxalefeta Tirkiyeyê jî ne diyar e. Rûsya ji bo çareserkirina aloziyên li Îdlîbê zextan li Tirkiyeyê dike. Erdogan nizane ka ew ê çeteyên xwe bibe ku derê? Gelo wê rewşeke nû ya Xûtayê derkeve holê? Tirkiye di heman demê de dixwaze Kurdan qirr bike. Ev tişt bi zelalî li Efrînê hate dîtin. Tirkiyeyê Kurd ji Efrînê derxistin û li wan deran siyaseta Tirkkirinê didomîne. Li cihên ku ne axa wê ye, perwerdehiya bi Tirkî dide. Tirkiye van rojan dîsa ji ser Rûsyayê dixwaze tiştinan bike. Lê em ê projeya xwe biparêzin. Em ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk dixebitin. Divê hemû cihan fedakariya QSD’ê bibîne. DAIŞ ne bi tenê li Sûriyeyê ji bo cihanê jî xetereke mezin e. Ji ber vê jî hemû cihan deyndarê QSD’ê ye.”

Navenda çareseriyê Sûrî ye

Ayşe Hiso di dawiya axaftina xwe de li ser dagirkirina Efrînê dibêje; ”Hemû cihanê çavê xwe miç kiriye, ji komkujiyên li Efrînê re. Heke piştgiriya navneteweyî tinebûya, Erdogan wê nikaribûya Efrînê dagir bike. Lê rewşa li Rojava naşibe wekî ya Efrînê. YPG û YPJ ji bo azadkirina Efrînê li dijî dagirkeran şer dike. Jinên Efrînê dagirkeriyê qebûl nakin. Çareseriya li Sûriyeyê divê di nava Sûriyeyê de pêk were. Yên ku gel qetil kirine, divê li derveyî van pêvajoyan bin. Mesele li Astana û Cenevreyê nayên çareserkirin. Rejîma Esad dixwaze vegere salên beriya 2011’an, lê ev tişt ji aliyê me ve qet ne mumkin e. Divê rejîm fikra xwe biguherîne. Niha li Sûriyeyê, polîtîkaya herî serketî ya me ye. Ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk em ê têkoşîna xwe bidomînin.”