Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek da û diyar kir ku di çalakiyên wan de li Şemzînanê 11 û li Bedlîsê jî 3 eskerên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin. 

HPG´ê da zanîn ku gerîlayan di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de 18’ê Tebaxê li dijî eskerên artêşa Tirk li girê Şikêrê Spî yê Şemzînanê çalakiyeke berfireh li dar xistiye û di vê çalakiya ji 5 aliyan ve 7 kozikên eskerên Tirk hatin îmhakirin, herî kêm jî 11 eskerên Tirk hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.”


Li Tetwanê jî artêşa Tirk derb xwar

HPG ji bo çalakiyên di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Azad Farqîn û Şehîd Jînda Ozgur de jî agahî dan û got, gerîlayan 18’ê Tebaxê êvarê, li dijî yekîneyeke artêşa dewleta dagirker a Tirk, li Girê Kotomê yê ser bi Tetwana Bedlîsê, çalakiyeke sabotajê li dar xistiye. Di çalakiyê de herî kêm 3 esker kuştin. 

HPG´ê da zanîn ku 9’ê Tebaxê, artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê di navbera gundên Erbilo û Girdika yê Sêrtê operasyonek dabû destpêkirin. Di vê operasyonê de di navbera gerîlayan û eskerên dewleta Tirk de şer qewimî û di encamê de 3 gerîlyan jiyana xwe ji dest da. Gerîlyaên jiyana xwe ji dest dayî ev in: Dilşer Kanîwar (Ekber Abdal) ê li Urmiyê ji dayik bûyî; Koçer Çiyager (Cîhan Çelîk) ê li Sêrtê ji dayik bûyî; Mahmûd (Mehmet Kurhan) ê kurê Musa. 


ANF/BEHDÎNAN