Endamê Konseya Rêveberiya Civaka Demokratîk û Azadiya rojhilatê Kurdistanê, Arvîn Ehmedîpûr di daxuyaniyek da. Ehmedîpûr bi lêv kir ku rola Îranê di şerê li Iraq, Sûriye û bi taybet Yemenê sereke ye û wiha pêde çû: “Bi nêrîna min Îran dixwaze bi rêka welatên ku Şia tê de dijîn desthilatdariya Şia li navçeyê bigire destê xwe û xwe wek navenda hemû Şiayên cihanê bide nasîn.”

 

‘Sedema aloziyên li Yemenê Îran e’

 Ehmedîpûr her wiha destnîşan dike ku herêm di nava guhertinê de ye û dewletên statûkoparêz  tên hilweşandin û wiha peyivî: “Ji bo wê jî em her roj di herêmê de dibin şahidê çêbûna hevsengî û blokên nû ku her hêzek dixwaze siyasetên xwe li ser navçeyê ferz bike. Bêguman yek ji welatên ku dixwaze hegemoniya xwe li ser herêmê ferz bike, Îran e. Îran wisa nîşan dide ku derveyî wê ti hêzeke Şia nikare bibe xwedî hêz û ev yek bû ye sedem ku krîz di welatên ku Şia tê de dijîn zêdetir bibe.Sedema bingehîn ya aloziyên li Yemen, êrîşên Siûdî û hevpyemanê wê yên Sunnî dijî desthilatxweziya Îranê ne.”

Herwiha Ehmedîpûr der barê bandora vê lihevkirinê li ser siyaseta navxweyî ya Îranê de  got: Her çend niha pir ber bi çav nebûye lê di navbera aliyên muhafezekar û dewleta Rûhanî de wê nakokî zêdetir bibe.Pirsgirêkên aborî yên Îranê li gorî ku tê hêvî kirin ewqas zû çareser nabe. Heta ku pirsgirêkên netewên ku li Îranê dijîn neyê çareserkirin û gavên pratîkî di vê mijarê de neyên avêtin, pirsgirêkên siyasî û aborî yên Îranê jî çareser nabe.”

 

’Em ê hêza xwe berfirehti bikin’

 Arvîn Ehmedpûr di dawiya axaftina xwe de behsa helwesta KODAR’ê jî dike û dibêje: “Her di destpêka tekoşîna me ya azadiyê li rojhilatê Kurdistanê em di vê baweriyê de bûn ku bi mudaxileya hêzên derve pirsgirêka Kurd çareser nabe.Pêwîst e em pişta xwe bidin hêza gelê xwe û tekoşîna xwe berfirehtir bikin..”


ŞERDEM EDESA/QENDÎL