Dalli da zanîn ku herî zêde di Newrozê û rojên taybet de kiryarên wan hene û wiha got: “Roja Newrozê me ji gelek kesan re cilên Newrozê dirûtin. Rojên ku dawet hebin em ji bo şeva hinê jî ji bûk û berbûriyan re cilên neteweyî amade dikin. Herî zêde kiryar ji bo cilên neteweyî kirê bikin tên cem me. Ji ber ku dixwazin her tim reng û cureyên cuda li xwe bikin. Di Newrozê û rojên taybet de jî em ji bo zarokan cilên neteweyî amade dikin.”
Li gorî axaftina Dalli eleqederbûna ji bo cilên neteweyî ji demên borî çêtire û wiha pêde çû: “Salên berê gel ewqas eleqederbûnek nîşan nedida, lê ev salên dawî de ji aliyê gel ve eleqederbûnek mezin tê nîşandan. Niha ji navçe, gund û navenda Amedê jin û zilam eleqederbûnek mezin nîşan didin. Ligel cilên neteweyî em fîstanên ku dayikên me rojane li xwe dikin jî didirûn.”
Dalli herî dawî da zanîn ku armanca wan ew ku cilên neteweyî bidin jiyîn û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em kedeke gelek mezin didin, lê em pir kêfxweş in jî ji ber ku em çanda xwe didin jiyandin û em dixwazin Kurd her tim li çanda xwe xwedî derkevin û ji rastiya xwe veneqetin. Ji ber ku bi rastî jî di bin navê modayê de çanda me jî winda dibe û êdî tu kes cilên neteweyî naxwaze li xwe bike. Em vî karî ji per qezenckirinê wêdatir ji bo çanda xwe bidin jiyandin dikin.”
AMED