ZEYNEL BULUT/ROJEVAMEDYA/AMED


Weşanxaneya Wardoz ku hêj nû hatiye vekirin, zend û bendên xwe ji bo berhevkirin û tomarkirina folklora Kurdî badane. Mamoste û nivîskar Bahoz Baran ku yek ji avakarên Weşanxaneya Wardozê ye, li ser seta folklora Kurdî ya ku ji 10 berheman pêk tê û armanca vekirina weşanxaneyê axivî. 

Nivîskar Bahoz Baran li ser armanca vekirina Weşanxaneya Wardoz û li ser girîngiya wê got, “Wextê ew bibêjin Wardoz bivê nevê dê folklora Kurdan derkeve pêş. Çimkî heta ku em Kurd berê xwe nedin folklora xwe, berê xwe nedin gotin û peyvên xwe, tiştên xwe dernexin holê, em wan têr nemehînin, bawer bike dê muzîka me jî, wêjeya me jî, hunera me jî qels bin. Çimkî sermiyaneke Kurdan hebe, tiştên ku heta niha civandine, danîne ser hev gotina Kurdan e. Îcar kesên ku hatine ketine bajaran bi hunerê, bi wêjeyê daketine jî gelek kes ji vê folklorê mehrûm in. Ji ber ku ji folklorê mehrûm in, tiştên ku dikin jî ne li gorî dilê mirov in. Yanî dema mirov li gorî Kurdî difikire mirov tehmekê ji huner, wêjeyê û jiyana Kurdên bajarî nagire.”

 

Armanc bipêşxitin e

Li ser pirsa çima pêwîst kir ku hûn weşanxaneyekê vekin jî Baran got, “Em dixwazin ew mîrasa Kurdan a gotinê ya dewlemend a ku qîmeta wê nayê zanîn, vê cewhera wê em derxin pêş û çirûska folklorê em bibiriqînin û derxin pêş. Mebesta Wardozê ya herî ku em bibêjin li dilê me daye, ev e. Pê re, pê re em ê berê xwe bidin edebiyata modern jî. Lê pêşî divê mirov li nava mala xwe bigere. Em dixwazin folklorê derxin meydanê û her kes folklorê bibîne. Armanca me berhevkirin, çapkirin û qîmetdayîna folklorê ye.”

 

‘Bila folklor me têr bike’

Baran li ser pirsa, îro bi dehan weşanxane hene, gelo we aliyê kêm ê çapkirina folklora Kurdî kêm dît ku we serî li vê rêyê da? got, “Elheb. Yanî em nabêjin ew çap nakin, lê bi xusûsî vî karî nakin. Tenê bala xwe nadin ser vî tiştî. Em dixwazin bêtir bala xwe bidin ser folklorê û heta niha tiştekî bi vî awayî nehatiye kirin. Em dixwazin Kurdî ji kategoriya helbest û çîrokan derkeve. Zanist jî bi Kurdî bê kirin, kîmya, felsefe û hwd. lê ji bo tu li ser zanist, kimya, felsefe, derûnî û hwd. binivîse divê folklora te derkeve holê ku tu zanibî çi gotin û peyvên te hene, çi qalibên te hene. Heta ku tu bi vê nizanibî tu nikarî di warê zanistê de jî tiştekî binivîsî. Ev xebat hemû jî berê te didin folklorê. Em dibêjin folklor bila me têr bike.”

 

Xurî bi Kurdî

Baran li ser prensîbên weşanxaneyê jî wiha peyivî: “Em ê tenê bi Kurdî çap bikin. Em rexneyekê jî li vir bikin. Piraniya weşanxaneyên me tenê çîrok û helbestan bi Kurdî çap dikin. Lazim e di warê gelek xebatên din de jî pirtûkan çap bikin. Lê dibêjin nayên firotin. Neyê firotin jî em ê vî karî bikin. Weşanxaneya me dê tu carî bi zimanekî din pirtûkan çap neke. Bi Kurdiya lewitî, Kurdiya piştşikest a ku Tirkî ketiye nav jî em ê ti berheman çap nekin. Wekî prensîb em vê yekê esas digirin.”

 

11 pirtûkên din tên

Baran diyar kir ku wan gelek xebat dane ber xwe û got, “Çar pênc heval in em bi xusûsî bi vî karî re mijûl dibin lê 15-20 hevalên me jî li qadê dixebitin û berhevkariyê dikin. Siberoj dê berhemên xwe bînin. Ev tişt wekî aşûtekê ye, zêde dibe. Em dixwazin kesên bi folklorê dadikevin nas bikin û em dikarin bi hev re bixebitin. Niha 3 dosyayên folklorîk li ber destên me ne. Dîsa Kurdên me yên hêla Kafkasyayê çend berhemên wan hene. Em ê wan berheman jî di Îlonê de çap bikin. Wekî din hevalên me yên ku vê xebatê dikin li qadê ne û dixebitin. Heke bigihîje piştî meha Îlonê em ê 11 pirtûkên din jî çap bikin.”


Seta folklora Kurdî

Lorî: Pirtûka Ayhan Meretowar e. Li herêma Amed û hin herêmin din loriyên ku berhev kirine, di vê pirtûkê de tesnîf kirine. Feydeya loriyan çi ye? Ferqiya zarokên bi loriyan mezin dibin û yên bê lorî mezin dibin çi ye? 


Huseynê Farê: Pirtûka Ayhan Meretowar e. Nivîskar di vê pirtûkê de jiyana Huseynê Farê, li ku hatiye dinyayê, çi hatiye serê wî, vedibêje. Kilamên Huseynê Farê, çîroka wan çi ye, kilam xwe digihînin ku derê? Stranên ku Huseynê Farê gotine, tev hatine deşîfrekirin û nivîsandin. 


Kêço: Pirtûka Mehpûs Serhedî ye. Ev 3 sal e ku nivîskar li Qerejdaxê li gundê Quruvliyê. Meta Şemsê heye, li meta Şemsê guhdarî kiriye. Xebroşkê meta Şemsê ne yên herêma Qerejdaxê ne, bi devoka Qerejdaxê hatine nivîsandin. 


Sînosêwî: Xebateke Mehpûs Serhedî ye. Nivîskar li gelek herêmên Kurdistanê geriyaye û çi çîrok bihîstine, tev qeyd kirine. Bêtir çîrokên gundiyan in. Çîrokên kurt in. Sînosêwî bi xwe jî navê çîrokekê ye. 


Nifir û Dua:  Nivîskara vê pirtûkê Asmîn Ûyanik e. Ûyanik jî bêtir nifir û duayên li der dora Amed û Mêrdînê tên bikaranîn kom kirine. Derdora hezar û pênc sed nifir tê de hene. Dua jî hene lê duayên Kurdan kêmtir in ji nifirên wan. 


Mamikên Botanê: Pirtûka Rênas Xendekî û Dildar Botî ye. Pirtûk ji mamikên Cizîrê pêk tê. Gelek mamikên hêja tê de hene, 760 mamik di vê pirtûkê de hene. Tev ji Cizîrê hatine berhevkirin. Rênas Xendekî, Dildar Botî pênc sal e ev mamik berhev kirine. 


Payîzxêr: Pirtûka Sadiq Ûskan e. Li ser salnameya Kurmancî xebateke folklorîk e. Nivîskar çar salan li ser vê pirtûkê xebitiye. Pitûk qala jiyana Kurdan a gundewar, jiyana cotkariyê, jiyana şivantiyê dike. 


Motik: Pirtûka Bahoz Baran e. Pirtûk ji meselokên kurt ên nava civakê pêk tê. Nivîskar li ku çi bihîstibe nivîsiye. Meselokên li ser ehmeqan, meselokên li ser mirovên jêhatî, meselokên li ser xîretê, meselokên li ser derewan. Ev meselok tev hatine berhevkirin û hatine tesnîfkirin. Li dora du sed meselokan di vê pirtûkê de hene.


Zûgotinok: Pirtûka Mihemedê Kurdo ye. Heta niha li ser zûgotinokê xebatek nehatiye kirin. Di vê pirtûkê de li dora du sed zûgotinok hene. 


Ebando: Pirtûkeke Mem Mukriyanî ye. Ji çîrokên leqebên însanan pêk tê. Mesela li herêma Mêrdînê navê yekî Modko ye. Çîroka navê Modko ji ku tê? Navê yekî Kuno ye. Navê yekî Xalê Çefiyo ye, çi hatiye serê wî ku navê wî bûye xalê Çefiyo?