Cemîle Şahîn a ku bi înstalasyonên xwe yên hunerî xwe îafde dike hêjayî xelata Ars VIVA ya sala 2020´an hat dîtin. Ew ji bo hunerê xwe dibêje, “Naveroka karê min bi pirranî li ser wê yekê ye ka dîrok çawa tê gotin yan jî tê nivîsîn. Kî kîjan çîrokê dibêje? Destûra kê heye serpêhatiyan bibêje, ya kê nîne?”

Li Elmanyayê di nava hunermendên ciwan ên serketî de gelek Kurd hebin jî, ew dadikevin asta “bi esl” Kurd. Lê vê carê keça Dersimî Cemîle Şahîn a 29 salî xelata hunermendên ciwan wergirt û ew xwe weke Kurdekê dide nasîn. Elaqeya wê ya serke jî perspektîfên cihê yên gotina serpêhatiyekê, çîrokekê ne.

Keça ciwan a Kurd a Dêrsimî Cemîle Şahîn li Elmanyayê xelateke hunerê ya girîng wergirt ku armanca wê teşwîqkirina hunermendên ciwan e. Vê xelatê didin hunermendên ku berhemên dîtbarî yên hunerî hildiberînin û Cemîle Şahîn îsal yek ji 3 kesên di bin 35 salî re ye ku layiqî vê xelatê hatiye dîtin.   

Cemîle Şahîn sala 1990´î li paytexta eyaleta Hessenê Wiesbadenê hatiye dinê. Malbata wê  ji Dersimê ye, lê niha li Frankfurtê dimîne. Ji bilî wê Karimah Ashadu û Thibaut Henz hêjayî vê xelata bi navê Ars VIVA ya sala 2020´an wergirtiye,. Ji bilî 5 hezar euroyên weke pere didin wan, wê her yekê du pêşangeh ji van hunermendan re bên lidarxistin û ji bo berhemên wan her yekê katalogek bê amadekirin.

Qebqebûyê dixwîne li avahiyên civakî

Cemîle Şahîn Hunerên Bedew li Central Saint Martins College of Art and Design li Londonê xwendiye û mastira xwe jî li Hunerên Bedew a a Zanîngeha Huner a Berlînê sala 2018´an li Berlînê kiriye.

Li gorî wê, ew gotin û dîmenan di berhemên xwe yên hunerî yên nû de bi kar tîne da ku serpêhatiyan bibêje yên ku qebqebûyê li avahî û sînorên civakî dikin.

Ew ji bo karê xwe dibêje, “Ez bi pirranî bi vîdeoyan kar dikim. Ez înstalasyonên vîdeo dikim ku ji çendek ekranên ava ne, û ez peykeran çêdikim bi materyalên cihê. Û ez vîdeo û peykeran bi hev re kombîne dikim weke înstalasyonekê.”

   

Berhemek li ser bîr, gotin û perspektîfên cihê

Berhema Cemîle Şahîn a bi navê “Center Shift # 0” (2018) ku prologeke ji pênc beşan a ji 5 rêzên kurt e, vîdeoyeke ji 16 deqîqeyan e. Ev berhema înstalasyon, ji berhemên wê yên vê dawiyê yên muhim e. Center Shift #0 bi sehneyekî dest pê dike, ku tê de weke ku bibîranînên jineke navsere ketibin qirika wê. Ew beramberî kamerayê dide qîran, bi awayekî fena gefan bixwe dike pistepist, û hewl dide bûyerekê “rast” bike. Ev bûyer jî xebero “sêşemê” qewimiye. Piştre kirinên jin û mêrekî li dora vê bûyerê diçin û tên. Bi qasî ku vîdeo nîşan dide, ew hizr bi mirov re peyde dibe ku ev bûyera hanê kuştina mirovekî be. Mesele safî û zelal nabe - vîdeo dîmenên elaqedarî bûyerê di navbera odeyeke hotelekê, parkeke erebeyan û devereke pîşesaziyê de bi perspektîfên cihê kirin yan jî qewimîna vê bûyerê nîşan didin.

Destûra kê heye serpêhatiyan bibêje?

Ew bi wê yekê dadikeve ka dîrok çawa tê gotin: “Naveroka karê min bi pirranî li ser wê yekê ye ka dîrok çawa tê gotin yan jî tê nivîsîn. Kî kîjan çîrokê dibêje? Destûra kê heye serpêhatiyan bibêje, ya kê nîne?”   

Cemîle Şahîn a ciwan di heman demê de nivîskarek e jî, ew ji kovar û rojnameyên bi Elmanî Zeit Online, Wetter Magazin, û Weşanên Korbinian re dinivîse. Niha jî amadekariyan dike ku kitêba xwe ya nû bi weşîne.  Beriya çendekê di çalakiyeke hunerî de ji vê berhema xwe ya bi navê TAXI beşek xwend. Ev kitêb behsa serpêhatiya dayikekê dike ku mirina kurê xwe di şerî de nikare qebûl bike. Çav li rê ye kitêb Çiriya Pêşîna bê weşandin.

Helbet ew herî zêde dixwaze bi huner dakeve, ji ber wê jî dibêje, “Ez hêvî dikim, ez ê karê xwe yê hunerê dewam bikim û pê serketî bim. Kitêba min wê demeke din derkeve, ez hêvî dikim ew ê jî serketî be, lê ez her karê xwe dewam bikim.”

 

BERLÎN