Yekane rojnameya di dîroka Kurdistanê bênavber weşana xwe berdewam dike Serbxwebûn, Rêveberê Weşana wê ya Giştî Mazlûm Dogan bû û heta niha jî weşana xwe berdewam dike. Ji bo bikaribe qada xwe ya weşanê berfirehtir û pêşketîtir bike, weşana malpera xwe nû kir. Malpera Serxwebûnê li ser navnîşana www.serxwebun.org ji 1’ê çileya 2012’ê ve dest bi weşana xwe ya nû kir. Di malperê de dîroka hemû pêvajoyên tevgera azadiya Kurdistanê û wêneyên şehîd û gerîlayan jî hene.
Cara yekemîn di sala 1978’ê de bi Rêya Şoreşa Kurdistanê (Manîfesto) dest bi weşana xwe kir. Rojnameya Serxwebûnê li Kurdistan û Rojhilatanavîn hate weşandin û belavkirin. Di van deman de bi awayê broşuran derdiket. Di sala 1982’ê de dest bi weşana xwe ya xwe ya fermî kir. Serxwebûn li Ewropayê weşana xwe ya mehane didomîne û ji destpêka weşana xwe ve bi dirûşima “Ji Serxwebûn û Azadiyê bi Rûmettir Tiştek Nîne” weşanê dike.
Li hemberî hemû zext, girtin û hemû astengiyan, qet navber neda weşana xwe û heta niha 155 pirtûk, 13 albumên şehînda, gelek jimarên taybet, broşor pêşkêşê xwendevanên xwe kiriye.

Kevneşopiya Serxwebûnê 

Lijneya Rêveberiya Serxwebûnê diyar kir ku wana ji bo xwendevanên Serxwebûnê li ser malpera înternetê mîraseke dîrokê pêşkêş kiriye û got: “Rojnameya me bi Mazlûm Dogan dest pê kir û xebatkarên wî her tim mîrasê lehengeke ewqas mezin parastine û ji bo dewletmendkirina wê her tiştê ku ji destê wan hatiye kirine. Pêşî heval Mazlûm Dogan û hemû bi giştî 12 xebatkarên Serxwebûnê ; Şêxo Dirlik, Mazlûm (Hasan Kızıler), Ranahî (Bedriye Taş), Proleter Celal (Hasan Agdaş), Ciwan (Levent Çelik), Sinan (Sinan Cemgil Kahraman), Selçuk (Enver Polat), Mîne (Emel Çelebi), Sedat (Zekeriya Yuce), Jiyan (Zeynep Erdem), Zafer (Halil Gunder) li qadên rengîn ên tekoşînê jiyana xwe ji dest dane.” 
Malpera Serxwebûnê ji 1’ê çileya 2012’ê ve li ser navnîşana www.serxwebun.org dest bi weşanê kiriye û ji jimara wê ya yekemîn a ku di çileya 1982 de derket û heta jimara mijdara 2011’ê d i malperê de cih digire.
Ji bo nêrîn û pêşniyarên xwendevanan : serxwebun@serxwebun.org 


 ANF/FRANKFURT