Arşîva Silvio van Rooy: Çavkaniyeke bêhampa ji bo aktîvîzma Kurdan di salên 1960î de

  • Ev çavkanî destûrê didin mirov li şopên tevneke xurt bikole ya ku rojhilatê Ewrûpayê, rojavayê Ewrûpayê, URSS û Başûrê Kurdistanê bi hev ve dikir, û ew her wiha dihêle ku beşekî ji wê kêmasiya mezin a hîstoriyografîk a elaqedarî çalakgeriya Kurd û tevnên heyî di navbera kurdologan de di salên 1960'î de hem li Ewrûpayê û hem jî ji Ewrûpayê û wêde.

ADNAN ÇELÎK*

 

Silvio Eugenius van Rooy sala 1924´an li Rotterdamê hat dinê, û ew avaker û serokê pêşî yê International Society of Kurdistan (Komeleya Navneteweyî ya Kurdistanê**, ISK) bû. Arşîvên wî yên şexsî yên ku Înstîtuya Navneteweyî ya Dîroka Civakî li Amsterdamê parastine, hem rêgeh, hem dîrok û hem jî tevnên ISK´ê yên têkiliyan rohnî dikin. 

Van Rooy rojnamevanekî serbixwe û pîşeyê wî weşangerî bû. Wî carinan bi mexlesa Hans Weerd di rojname û kovarên Holandî û yên ji derveyî Holandayê re jî nivîsand. Mijarên li ber dilê wî jî pirsên dînî û hindikahiyan, nexasim li rojhilatê Ewrûpayê, Yekîtiya Sovyetê û li Çînê bûn. 
Ew amade bû di civîneke çapemeniyê ya li Viyanayê de ya ku Kamûran Bedirxan li ser rewşa Kurdan sala 1959'an organîze kir. S. van Rooy piştî hingî biryar da ku komeleyeke piştgiriyê ji bo Kurdan damezirîne. Wî ev komele 1'ê Tîrmeha 1960'î bi armanca "Berhevkirin û amadekirina rastiyên li ser Kurdan û Kurdistanê; alîkariya neteweya Kurd di têkoşîna wê ya azadiya demokratîk de; alîkariya ji bo avakirina têkiliyên dostaniyê di navbera Kurdan, cîranên wan û tevahiya neteweyên din ên dinyayê de". 

ISK, di salên 1960'î de gelekî çalak bû, wê têkiliyên berfereh avakirin û dewam kirin bi kes û rêxistinên elaqedarî çalakgeriya Kurd û bi Kurdolojiyê re, nexasim jî bi Kurdish Students’ Society in Europe (Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewrûpayê - KSSE) re. Bultena agahdarkirinê Kurdish Facts a ku Silvio van Rooy ji sala damezirandina ISK'ê heta 1970'yî edîtoriya wê kir, di salên 1960'î de çavkaniyeke muhim a li ser Kurdistan, Kurd û tevahiya pirsgirêkên navneteweyî ya elaqedarî wê bû

Arşîva Silvio van Rooy û Kurd

Arşîvên Silvio van Rooy qederê sed kartonekî ne. Koleksiyoneke dewlemend a nameyên şexsî û sazûmanî, belge û destxetên bi naverokê cihê yên ISK'ê yan jî yên van Rooy bixwe, tevahiya bultena perîyodîk Kurdish Factsê (ji1960'î heta 1970'yî hat weşandin) û her wiha nusxeyên weşanên din ên li ser Kurdan jî hene. 

Ev çavkanî destûrê didin mirov li şopên tevneke xurt bikole ya ku rojhilatê Ewrûpayê, rojavayê Ewrûpayê, URSS (Yekîtiya Komarên Sosyalîst ên Sovyetê) û Başûrê Kurdistanê bi hev ve dikir, û ew her wiha dihêle ku beşekî ji wê kêmasiya mezin a hîstoriyografîk a elaqedarî çalakgeriya Kurd û tevnên heyî di navbera kurdologan de di salên 1960'î de hem li Ewrûpayê û hem jî ji Ewrûpayê û wêde. 

Weke serokê weqfê, Silvio van Rooy hema hema tevahiya nameyên ISK'yê dinivîsandin di salên 1960'î de. Belgeyên şexsî û belgeyên ISK'yê bi hêsanî dikevin nav hev, naveroka arşivê weke li jêr dikare bê sinifandin:
- Destûr û belgeyên îdarî yên ISK'yê. Têbînî, hesab, bîlaçoyên li ser rêxistinê û çalakiyên ISK'yê; qeydiyên endaman, defterên navnîşanan, belgeyên malî û yên din. 
- Nameyên ISK'yê û yên Silvio van Rooy. nameyên ji rojname, saziyên zanistî û kurdologan (Kamûran Bedirxan, Thomas Bois, Tawfiq Wahby, Cecil J. Edmonds, Qanatê Kurdo û yên din) re hatine şandin û bersivên wan 
- Weşanên ISK'yê. Kurdish Facts (nusxeyeke her hejmarê), Kurdish Facts- Confidential (bulteneke agahdariyan a ji endamên ISK'yê re hatibû veqetandin), Bîbliografiya Kurdî ya Silvio van Rooy û Kees Tamboer, 1968.
- Destnivîs. Destxetên Silvio van Rooy li ser Kurdan û Kurdistanê. Destnivîsên nivîskarên din: Kurdish Texte im Kurmandjî Dialect, a Hugo Makas, 1926;  Elements of Kurdish, a Alan Ward, 1968;  Manuscrits sur les développements au Kurdistan, a A.G. Spohr (tevî beşekî sohbeteke bi Mustafa Barzanî re), 1967-1970.
- Têbîniyên li ser weşanên siberojê. Agahiyên bîbliyografîk ên ku bi armanca çêkirina bîbliyografiyeke Kurdî hatine berhevkirin; metnên cihê yên li ser Kurdan û Kurdistanê, notên biyografîk û bîbliyografîk ên ji bo nivîsandina ansîklopediyeke Kurdî hatine berhevkirin; wêne; têbîniyên bîbliyografîk li Kurdan, Kurdistanê, eşîrên Kurdan; rûpelên daneyan ên li ser rojeva Kurdan û Kurdistanê (1950-1952); nûçe û metnên berhevkirî ji bo weşandina salnameyekê.
- Kovarên din ên mihafezekirî. Nusxeyên kovara Hawarê (1932-1933); nusxeyên rojnameyên Erebî li ser Kurdan û Kurdistanê (1960-1977).

Name di navbera Qanatê Kurdo û van Rooy de

Me belgeyek ji vê arşîvê neqand da ku li vir wê bidin nasîn. Ev jî nameyeke Qanatê Kurdo (bi nivîsa Rûsî, Kanat Kurdoev, 1909-1985), professorê Kurdî li Akademiya Zanistê ya Lenîngradê, 27'ê Gulana 1961'ê ji ISK'yê re hatiye şandin. Ew bersivek ji rêzenameyên ku van Rooy ji payîza sala 1960'î ve ji Kurdologên seranserê dinyayê re dişandin, nexasim jî ji yên li URSS'ê re. Ev belge destpêka avakirina tevneke berfereh a peywendiyên şexsî û sazûmanî yên piştgiriyê û lêkolînê li ser mijarên elaqedarî Kurdan û Kurdistanê, di navbera rojavayê Ewrûpayê û Yekîtiya Sovyetê de.

Ji bo xwendina vê nameyê hêja ye ku mirov li bîra xwe bigire ku ev jihevrenamenivîsandin di navbera dijkomunîstekî eşkere (van Rooy) û endamekî çalak ê partiya komûnîst a sovyetî Qanatê Kurdo de bû. Kurdo li Qersê destpêka sedsala 20'an hat dinê. Malbata wî ji ber zext û tundiyên dewleta Tirk li dawiya Şerê Cîhanê yê Yekê de weke tevahiya êndamên civakên Êzîdî û Ermenî neçar man koçber bibin. Ew bi malbata xwe re sala 1921'ê digihîje paytexta Gurcistanê Tiflîsê. Kurdo zimanê Kurdî li URSS'ê xwend û bû kurdologekî navdar û jêhatî, piştre sala 1960'î jî ew bû serokê Beşê Kurdî ya Înstîtuya Zimanên Rojhilatî li Akademiya Zanistan a Lenîngradê de. Kurdo yekî ji nifşî bû ku jê re nifşae sêwiyan digotin. Ji ber ku pirraniya wan dê û bavê xwe ji dest dabû di dema sirgûn û koçberiyê de winda kiribûn. Gelekan ji vî nifşî karî bi Kurdî û Rûsî bixwînin û gelek ji wan karî navdar bibin ji salên 1940'î û pê ve, yên weke Erebê Şemo, Heciyê Cindî, Casimê Celîl, Qanatê Kurdo. 

Gava van Rooy û Qanatê Kurdo ev name ji hev du re nivîsandin, rejîma Sovyetê neyariya desthilata li Iraqê bû û liberrabûna Kurdan a li dijî rejîma Iraqê teşwîq dikir. Têkiliyên Kurdên li rojavayê Ewrûpayê û Kurdên li URSS'ê jî bi heman awayî destpê kirin û berfereh bûn.  

Kurdo bi qedrê dostaniyê dizane

Di nameya xwe de Kurdo razîbûna xwe ji avakirina International Society of Kurdistan (ISK) li rojavayê Ewrûpayê û weşana wê Kurdish Facts îafde dike û her wiha xwe qebûla xwe ji bo wê tîne ziman. Ew dibêje, "Bûyerên gelekî biqedr û girîng [hene] di têkoşîna ji bo serxwebûna neteweya Kurd de" di demekê de ku "jihevdeketina împeryalîzm û kolonyalîzm, û xurtbûna tevahiya hêzên pêşverû yên miletên Rojhilatê nîşana wê ne" ku Kurd jî beşek jê ne, "Keleha ewle ya hêzên pêşverû di têkoşîna li dijî koloniyalîzmê, feodalîzmê  û […] di şerê ji bo demokrasiyeke bi rastî de."
Kurdo bi îhtîmam dostaniya ji bo miletê Kurd a bi van Rooy re û hevpîşeyên xwe yên durû û berjewendîperest ên hêzên rojvayî -nexasim Fransî û Brîtanî- ji hev vediqetîne. Ew bi bîr dixe ku neteweya Kurd "timî doza têkiliyên dostane kiriye û îro jî dike bi tevahiya miletan re, xasma jî bi neteweyên Tirk, Fars û Ereb re", lê belê mixabin zirar li vê daxwaz dibe, lewma "derdorên rêveber ên van dewletan bi şovenîzmê kor in [û] her awyê astengiyan çêdikin li ser rêya yekîtiya bi biratî ya di navbera Kurdan de û neteweyên dewletên wan de." 

van Rooy jî bi qedrê nameya Kurdo dizane

Em ji bîr nekin ku ev nameya Qanatê Kurdo, wê kela canê van Rooy gelekî rakira û wî dê ev name di hejmara heftan a Kurdish Facts de biweşanda. Esas, ev destpêka têkilî û danûstendinên mayînde ye di navbera ISK'ê û kurdologên URSS'ê de. 
"Ev dilşahiyeke gelekî mezin e ku em li jêr nameya Prof. Dr. Qanatê Kurdo ji Lenîngradê, welatparêzek û fîlologekî Kurd ê ne weke her kesî diweşînin, jixwe xwendevanên me jî wî baş nas dikin. Ya ku herî zêde darîçav dibe û tesîrê dike, awayê ku ew bi şarezayî behsa wan hîs û baweriyan dike, yên ku beriya bi salekê kirin ku ISK bê avakirin. Ji hingê ve ISK her çû ji karekî tenê 'rojhilatê Ewrûpayê' û wêde çû; niha endamên wê li tevahiya herêmên dinyayê hene. Bihevrejiyana aştiyane di nava kesên ji dibistanên fikrê yên cihê yek ji qonaxan bû ku êdî ISK dikare li pey xwe bihêle, ji niha û pê ve li şûna wê hevkariyeke çalak ji bo Kurdistana parçekirî, tepisandî û paşvemayî bide ber xwe." (Serredaktor) (Kurdish Facts, Hezîrana 1961'ê, hejmar 7)

Çavkaniyeke girîng ji bo hîstoriyografiya Kurdî

Ev danustendina pêşî ya nameyên Silvio van Rooy (li ser navê ISK'ê) û Qanatê Kurdo danûstendineke bi nameyan a xurt di salên 1960'î de da destpêkirin di navbera ISK û gelek kurdologên URSS'ê û welatên rojhilatê Ewrûpayê (Ermenistan, Lehistan,Çekoslovakya, Bulxaristan, Yugoslavya). Karên ISK'ê (nexasim jî yên ku van Rooy bi rê ve birin) yên weke weşandina bîbliyografiyeke Kurdî (Kurdish Bibliography, karekî bêhtirî 5 salan dewam kirî û Silvio van Rooy û Kees Tamboer ew weke du berg sala 1968'an weşandin), her wiha projeyên neçûbûn serî yên weke Kurdistan Yearbook (Salnameya Kurdistan) û Ansîklopediya Kurdistanê, bingehekî avakirina tevneke berfereh a di navbera kurdologên URSS'ê, yên rojhilatê Ewrûpayê, yên rojavayê Ewrûpayê û yên Rojhilata Navîn. Vê hevkariyê ISK di nav kurdologên li welatên cihê û komên Kurdan ên li Ewrûpayê de da nasîn, tevî ku serdema çalakiya xurt a ISK'ê bi dawî dibe bi destpêka nîvê salên 1970'yî. Dewlemendiya danûstendin û karên di çarçoveya van danûstendinan de çûne serû yên ku ISK'ê ji salên 1960'î û pê ve dan destpêkirin, çavkaniyeke qelekî bi qedr pêk tînin; ew ê destûrê bidin ku beşên hîstoriyografiya Kurdî yên mezin, ên kêm tên nasîn ên ji beşê duyê yê sedsala 20'an, bên rohnîkirin. Ez behsa rohnîkirina hîstoriyografiya çalakî û tevnên Kurdên sirgûn û piştgiriyên wan ên her du aliyên perdeya hesinî dikim. 

Werger ji fransî : Luqman Guldivê 

* Doktoraya xwe li EHESSê di beşa Antropolojiyê de xilas kiriye. Niha li zanîngeha Sciences Po (Lille) lêkolîner e.
** Wê çaxê ji ber ku kurdên derdora van Rooy piranî ji Bashûrê Kurdistanê bûn, navê ISK wekî « Rekxrawî Cîhanî Kurdistan » bikardianîn.

paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.