Zanîngeha Cambridge ya Brîtanyayê ragihand ku meha Mijdarê ya 2015‘an ansîklopediyeke 13 cildî ya bi edîtoriya Anita Burdett û di bin navê ‘Di Nav Belgeyên Brîtanî de Zanyariyên Tomarkirî yên Derbarê Kurdan de: Sînor, Serhildan û Neteweperwerî, 1831-1979 / Records of the Kurds: Territory, Revolt and Nationalism, 1831–1979; British Documentary Sources’ de weşand ku bihayê wê 5400 Poundê Brîtanî ye û hinek belgeyên wê heta niha li tu derê nehatine belavkirin.
Ji 9 hezar rûpelan pêk tê
Malpera fermî ya Zanîngeha Cambridge da xuyakirin ku ji sala 1831‘an heta sala 1979´an bûyerên dîrokî bi awayekî kronolojîk hatine amadekirin û ansîklopedî ji 9 hezar rûpelan pêk tê.
Belgeyên ansîklopediyê nîşan didin ku gelê Kurd di destpêka sedsala 19´an de li dijî desthilatdariyên herêmî û navendî serhildan pêk anîne, di qonaxên dîrokî yên cuda de çawa peywendî bi gel û pêkhateyên cîran girêdane.
Ev belgename û ansîklopediya bi ingilîzî bi formata PDF jî peyda dibe.
LONDON