Kesên ku li taxa Kanîka li malên xwe digeriyan, li erdekî ripîrast rast hatin.
Li Nisêbînê ji Adarê ve dewleta Tirk derketina derve qedexe kiribû, li 6 taxên ku bi têlên direhî hatine pêçan, ji du taxan beşek ji têlan hat rakirin.
Niştecihên taxên Kanîka û Qijleyê ku têlên direhî lê hatin rakirin, dema ku bi mebesta mala xwe bibînin çûn taxê, li erdekî ripirast, rast hatin.
Taxa ku bi hezaran mal lê bûn kevir li ser kevir nemaye û bûye erdekî rast. Hate dîtin ku li mizgeftên Mele Mûsa, Paşa û Selman-î Pak ziyaneke mezin heye.
MÊRDÎN