Koroya Artêşa Sor ku di Berfanbar a 2016 de ji ber ketina balefirê 64 endamên wê jiyana xwe ji dest dabûn, niha bi endamên xwe yên nû kar û xabatên xwe didomîne. Koroyê piştî ku li Şanogeha Navendî a Artêşa Sovyet yekemîn konsera xwe nîşanda, bi endamên nû re zend û bend vemalî û vedigere ser dikan. Ji ber endamên nû werin hilbijartin bi hezaran kesî serlêdan kir ji van kesan jî kesê hêjayî hatin dîtin bûn endamê Koroyê. Yekemîn konsera ku piştî amadekariyên hate dayîn ji bo bîranîna kesên di qezaya balafirê de jiyana xwe ji dest danê hat pêşkeşkirin. Di vê konserê de berhemên resen ên koroyê ‘Kalinka’ û ‘Katyuşa’ hatin gotin. 


 MOSKOW