Çeteyên artêşa Tirk a dagirker pêr bi şev êrîşî herêmên Şehbayê yên rizgarkirî kir. Artêşa Şoreşgeran bersiveke tund da û di encamê de 9 çeteyên artêşa dagirker birîndar bûn.

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker pêr bi şev saet 20:00`an ji bajarokê Mari û gundê Til Malid û Tewîs bi çekên  giran û hawanan êrîşî Bendava Şehba, gundê Hesiye, Um Hoş, Herbel û Şêx Îsa yên herêma Şehbayê kir.

Hêzên Artêşa Şoreşgeran jî yekser bersiveke tund da êrîşa çeteyan. Nûçegihanên ANHA´yê ji herêmê ragihandin ku êrîşa çeteyan heta derengiya şevê dewam kiriye û diyar kir ku di encama bersivdayîna Artêşa Şoreşgeran de 9 çeteyên artêşa Tirk a dagirker li aliyê gundê Zoyan birîndar bûne.

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker sereqet êrîşî herêmên Şehbayê yên ku ji çeteyên DAIŞ`ê hatine rizgarkirin, dikin. Çavdêr dibînin ku egera van êrîşan ew e ku artêşa Tirk dixwaze herêma Ezazê bighîne parêzgeha Idlibê  û bi vê yekê, careke din dor li Helebê bigire. 


 ŞEHBA