Di daxuyaniyê de hat gotin, "Roja 20'ê Hezîranê saet di 23:00´an de hêzên me yên gerîla li hemberî karwanekî maşînan ê artêşa TC a li ser rêya Wan-Colemêrgê, çalakiyeke sabotajê pêk anî. Di encama vê çalakiyê de maşîneke zirxî ya tîpa Kîrpî bi temamî hat rûxandin. Piştî çalakiyê bi 11 ambûlansan leşkerên mirî û birîndar hatin rakirin. Leşkerên artêşa TC gule li derdora xwe reşandin.
Piştî vê çalakiyê li herêmê operasyonek hat destpêkirin. Ji ber vê operasyonê, di sibeha 21'ê Hezîranê de hêzên me û leşker li hev rast hatin û şer qewimî. Hejmara leşkerên mirî û birîndar ên vî şerî zelal nebû. Di vî şerî de hevalekî me bi lehengî şer kir û şehîd bû. Artêşa TC li ser rêya Wan-Colemêrgê kemînan datîne. Hêza xwe ya operasyonê jî vekişandiye. Piştî vê çalakiyê, Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê li sivîlan hatiye girtin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, di encama çalakî û şer de bi giştî 11 leşker hatine kuştin."
Li Amedê jî çalakî
Di dewama daxuyaniyê de li ser çalakiyên gerîla yên li Amedê jî ev agahî hatin dayîn:
"Roja 20'ê Hezîranê, li navçeyên Amedê Licê, Hênê, Hezro, Farqîn, Pasûr û Karazê operasyoneke berfireh hat destpêkirin. Artêşa Tirk rêya ji navenda navçeya Karazê heta qereqola Tapanê li çûn û hatinê girt. Di heman rojê de balafirên şer ên artêşa TC bombe li qadên Şehîd Serxwebûn, Şehîd Ferhat, Apê Mûsa û Sisê yên Licê barandin. Artêşa TC di heman demê de Artêşa Tirk gelek gundên navçeyên Licê, Hênê, Hezro, Farqîn, Pasûr û Karazê li çûn û hatina mirovan qedexe kir.
20'ê Hezîranê, hêzên me li hemberî tabûra ewlekariya bendava li navçeya Pîranê dikir, çalakiyek pêk anî. Ev çalakî ji cihekî nêz ve hat kirin û di encamê de 2 leşker hatin kuştin.
21'ê Hezîranê saet di navbera 16:30-17:00 de hêzên me li bendên kontrolê yên qereqola Balabadî ya li navçeya Amed Farqînê xistin. Hejmara kuştî û birîndarên leşkeran nehat zelalkirin. Hêzên me her wiha dest danîn ser wesayîtên karkerên li bendavê dixebitin û 4 karker binçav kirin."
Li her derî gerîla
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da zanîn ku 21'ê Hezîranê saet 10:15'an, hêzên wan li hemberî leşkerên li alaya Garê ya li navçeya Colemêrgê Şemzînanê bi çalakiyeke sûîqestê leşkerek kuştiye. Heman rojê gerîlayên YJA Starê jî bi çekên giran li qereqola Garna ya li herêma Oremar a navçeya Colemêrg Geverê xist lê hejmara leşkerên kuştî û birîndar nehat zelalkirin. 20'ê Hezîranê saet di 15:00 de gerîlayan li hemberî leşekrên li çeperên qereqola Tepê Ortê ya li navçeya Colemêrg Çelê, di encama çalakiyekê de leşkerek kuşt, leşkerek jî birîndar kir.
Roja 20'ê Hezîranê, artêşa Tirk li herêma navbera gundên Kizilkîlît û Gorisinê yên ser bi navçeya Qers Qaxizmanê hereket dikir û gerîlayên HPG´ê derbên li vê yekîneya leşkerî xist, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehat zelalkirin.
Sibeha 21'ê Hezîranê, artêşa TC li Tendurekê dest bi operasyoneke berfireh kir. Leşkeran xwe li girên stratejîk ên li gundê Dasina yê Tendurekê danî. Li hemberî van leşkeran gerîlayên HPG´ê çalakiyek pêk anîn û encamê de 5 leşker hatin kuştin û 5 leşker jî birîndar bûn.
Li aliyê din Gerîla TV´yê, dîmenên 2 tankên di 29'ê Gulanê û 13'ê Hezîranê de ji aliyê gerîlayên HPG/YJA Starê ve rûxandî, weşandin.
Çiyager Rênas ê pakrewan
HPG´ê nasnameya gerîlayê li Colemêrgê jiyana xwe ji dest dayî jî weha eşkere kir: Çiyager Rênas/ Erkan Kayacan ê li wanê ji dayik bûyî, kurê Gulbahar-Abdulvahap, 20'ê Hezîrana 2016´an li Colemêrgê jiyana xwe ji dest daye.
NAVENDA NÛÇEYAN