Artêşa Tirk û çeteyên wê duh di dawiya şevê de bi çekên giran gundên Merenaz û Vêlat ên navceya Şera ya Kantoa Efrînê topbaran kirin, Şervanên YPG‘ê bersiva êrîşkaran da û şerekî dijwar li heremê derket.
Navenda Ragihandina YPG`ê diyar kir ku pêr saet derdora 20.20`an Artêşa Tirk bi helîkopterên şer êrişe herêma Til Elo ya girêdayî Girkê Legê kir.
YPG`ê derbarê êrîş û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku li dijî xaka Rojava tê kirin, daxuyaniyek nivskî weşand. YPG`ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku Artêşa Tirk û çeteyên di bin fermandariya Tirkiye de tevdigerin êriş û binpêkirinên xwe yên li dijî xaka Rojava didomînin.
YPG`ê derbarê êrîşan ev agahî dan:
“Di dîroka 13.2.2017`an saet 18.00`an de Artêşa Tirk ji panzeran bê serûber gule li ser herêma gundê Zorava ya giredayî Tirbespiyê reşandin. Heman şevê çeteyên di bin fermandariya Artêşa Tirk de tevdigerin bi topên obûsan êriş birin ser hemwelatiyên sivîl ên li gundên Til Cicen, Til Enab, Til Rifat û Şêx Îsa yên giredayî herêma Şehba jiyan dikin.
Di dîroka 14.2.2017`an saet 07.00`an de Artêşa Tirk çeperên hêzên me yên Zerbê ya girêdayî Tirbespiyê hedef girtin. Li hember êrîşê hêzên me jî bersiv dan û li herême şerekî dem kurt qewimî. Di derbarê kuştî û birîndarên Artêşa Tirk de agahiyek zelal nehat bi dest xistin. Piştî şer Artêşa Tirk vê carê bi topên hewanan êriş birin ser çeperên hêzên me ya Zorava ya ku dikeve nêzî Tirbespiyê.
Bi hevkaran re êrîş
Heman şevê çeteyên di bin fermandariya Artêşa Tirk de tevdigerin bi tangan, bi topên hawanan û çekên giran êrîş birin ser çeperên hêzên me yên gundê Maranez, Eyn Deqnê û Willa Qadi yên giredayî Efrînê.
Bi awayekî hemwext çeteyan gundê Hirbil, Um Hoş û Şêx Îsa jî hedef girtin û bi obûs û hawanan topbaran kirin. Di encamê êrişên ku yekser gelê sivîl hedef digirt de zirare madî gihişt hemwelatiyan.
EFRÎN