Artêşa Tirk roja 1'ê Gulana 2018'an bi balafirên şer bombe li holikên gundiyên Şuşane yê li herêma Bradostê barandin. Balafirên şer ên Tirk bombeyên guşî ku li gorî peymanên navneteweyî qedexe ne, barandin. Li gundê ku balafirên şer ên Tirk bombe l iwan barandin, bombeyên guşî hatin dîtin ku hinek ji wan li gorî dema hatiye eyarkirin diteqe, hinek jî bi pêjnê diteqe. Ev celebê bombeyan li gorî peymanên navneteweyî qedexe ne. Beşek ji van teqiyan e, hinek jî hê neteqiyan e û li naverastê ne. BRADOST
Li Tebqayê şahiya azadiyê
Yekemîn salvegera rizgarkirina Tebqayê, li stadyûma bajêr bi şahiyekê hate pîrozkirin. Mihemed Alxalid ku tevlî şahiya rizgarkirina Tebqayê bûbû, ji bajarê Hemayê ye û nêzî saleke hatiye Tebqayê got: "Me bihîst ku ev der ji her deverê ewletir e. Min jî rahişt sê zarokên xwe û berê xwe da vir." Bajarê li kêleka çem û gola Firatê ye û cihekî stratejîk e ku ji bendava xwe elektrîkê dide hemû deverên Sûriyeyê. TEBQA
Xwediyê Ozgur Gundemê Sancili hate girtin
Xwediyê îmtiyazê yê rojnameya Ozgur Gundemê Kemal Sancili pêr li navçeya Îpsala ya Edîrneyê hate destgîrkirin û hate girtin. Rojnameya Ozgur Gundemê roja 29'ê Cotmeha 2016'an ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû girtin. Piştî 2 rojên li navenda polîsan Sancili birin Edliyeya Îpsala. Dadgeha Tirk jî biryara girtina Sancili da û ew şand Girtîgeha Sîlîvriyê. EDÎRNE
Dewreya ciwanan bi dawî bû
Li Kobanê yekemîn dewreya perwerdeyê ya ciwanan bi dawî bû.Li Akademiya Şehîd Demhat a girêdayî Yekîtiya Ciwanên Rojava ya li kantona Kobanê 15 roj berê yekemîn dewreya perwerdeyê ya 20 ciwanan bi navê "Şehîd Navdar Serhed" hatibû destpêkirin. Dewreya ku endamên Komîteya Ciwanan a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê beşdarî wê bûbûn, bi merasîmekê bi dawî bû. KOBANÊ
Berê xwe didin deverên azad
Bi hezaran malbatan ji herêmên başûrê çemê Firatê yên di bin serweriya rêjîma Baasê de berê xwe dan herêma Keramê ya Reqayê. Hevserokê Meclîsa bajarokê Hemrat ê girêdayî herêma Keramê, Derwîş Hebal destnîşan kir ku 11 hezar û 700 malbatên ji Dêra Zorê, başûrê çemê Firatê, Suxnê û Tedmurê ji bo rewşa ewlehiyê li herêmê bi cih bûne. Hebal bang li rêxistinên alîkariyê kir ku destekê bidin malbatên koçber. REQA