HPG’ê diyar kir ku gerîlayên HPG’ê li Geverê karwanê konvoya wesayîtên eskerî yên artêşa Tirk kiriye hedef û di encama derbên giran de 20 esker hatine kuştin. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê têkildarî çalakiyên gerîla yên li Gever, Şirnex û Wanê agahî parve kirin. HPG’ê got di nava 24 saetan de herî kêm 24 eskerên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin.


Li Geverê 20 eskerên Tirk hatin kuştin

HPG´ê da zanîn ku gerîlayan di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, li navçeya Colemêrgê Geverê li dijî eskerên artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke berfireh lidar xistiye û ev hûrgiliyên hanê parve kirin: “22’yê Tebaxê saet 23:50’an, hêzên me karvanekî eskerî yê artêşa Tirk a ji Geverê ber bi navenda Colemêrgê ve diçû li nêzî gundê Şemaşê kir hedef. Di vê çalakiya ji gelek baskan ve li konvoya eskerî hate xistin, gelek wesayîtan derb xwar. Her wiha hêzên me yên ku 2 wesayîtên bi tîpa Kîrpî kiribûn hedef, her du wesayît bi temamî rûxandin.

Di vê çalakiytê de 20 esker hatin kuştin, ji 10´an zêdetir esker jî birîndar bûn.

Artêşa Tirk a ku kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky û ambûlansan ji qadê rakirin, rêya Gever-Colemêrgê heta saetên danê nîvro li çûn û hatinê hat girtin û qad bi çekên giran ketober hat gule reşandin.”


Kontra hedefa sereke ne 

HPG´ê diyar kir ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Serdem û Şehîd Nûdem de, li Şirnex û Wanê gerîlayên YJA Starê çalakiyek li dar xistiye. Gerîlayan 22’yê Tebaxê nêzî gundê Avgamasya yê ser bi Şirnexê, ji 2 baskan ve derb li kontrayên li vir bi cih bûyî xist û herî kên kontrayek kuştin.

HPG´ê da zanîn ku 22’yê Tebaxê danê êvarê gerîlayan derb li eskerên Qereqola Guzeldere ya girêdayî navçeya Elbak a Wanê xist, di encama çalakiyê de herî kên 3 esker hatin kuştin, 2 esker jî birîndar bûn.


Artêşa Tirk bi gerîla nikare diçe sivîlan

HPG´ê wekî din îşaret bi binketina artêşa Tirk kir û got, “20’ê Tebaxê artêşa Tirk a dagirker li derdora gundê Axula ya devera Nordiz a ser bi Payîzavaya Wanê dest bi operasyonekê kiribû. Artêşa Tirk di tevahiya operasyonê de zext û êşkence li welatiyên li herêmê bi karê sewalkariyê ve mijûl dibûn, kiriye. Xwestiye gelê me ji herêmê bidin derxistin, operasyona 23’yê Tebaxê di saetên şevê de bêyî ku ti necamê bi dest bixe, vekişiyaye.”


 ANF BEHDÎNAN