Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê da zanîn ku doh saet di navbera 04.00 û 09.00’an de artêşa Tirk li herêma Zagrosê Gundên Erdevê, Kiyê û Dola Konferansê bi topên obûs û hewanan topbaran kiriye.
HPG´ê diyar kir ku  di 14’ê Nîsanê de jî li dijî gundên Delîl û derdora Kanî Ga yên Zagrosê bi topan êrîş pêk hatiye. Li gorî daxuyaniyê her weha li gundên Erbîş, Girên Qela Ertûş, Şehîd Avareş, Şehîd Newal, Şehîd Cîhat, Geliyê Çeko, gundên Hîlalê, Şîfreza, Cennettê û Erbîş jî bi obus û hewanan êrîş pêk hatiye.  HPG’ê der barê çalakiya ku li navşeya Qersê Qaxizmanê di 12´ê Nîsanê de pêk hatibû jî agahî da. Li gorî daxuyaniyê; 12’ê Nîsanê yekîneyên HPG´ê di navbera gundê Kula û Degirmendereyê de yê di navbera navçeya Qaqizmanê û Erziromê de rê kontrol kirine û di çalakiyê de nêzî 25 wesayît rawestandine. HPG diyar kir ku piştî vê çalakiyê artêşa Tirk di 13’ê Nîsanê de li bejahiya Degirmendereyê leşker bicih kirine û heman rojê li dijî leşkerên ku hatin cihê bûyerê gêrîlayan çalakî lidarxistine û di çalakiyê de gelek leşker hatin kuştin. Di daxuyaniyê de der barê çalakiyê de weha tê gotin:   Helîkopterekî skorsky dema ku dixwest leşkeran daxîne, ji aliyê gêrîlayên me ve hedef hatiye girtin û derbe xwariye. Helîkoptera ku derbe xwar neçar ma ku dûr bikeve. Dîsa helîkopterên kobrayê herêmê bombebaran kirin."
HPG´ê da zanîn ku operasyona li herêmê di şeva 14’ê Nîsanê de paşde zivirî, lê li herêmê û bi taybet jî li geliyê Kula û girên wê ji bo keşîf û kemînan yekîneyên veşartî yên leşkeran hatiye bicîhkirin.

Li Şirnexê amadekariya operasyonê

Ji aliyê din ve li Şirnexê artêşa Tirk amadekariyên operasyonên berfireh dike. Li gorî çavkaniyên herêmî, ber bi herêmên Germav, Mezra, Sakê, Ewrek, Karçane, Setkar, Tivor, Sinekli Meydan, Çeman, Sergivande û Geznexê ve hêjmareke zêde leşker hatin şandin. Li gorî agahiyan, tevgera leşkerî ev 3 rojin dewam dike û li gelek deveran leşker hatin bicîhkirin. Li gundê Ilicakê jî bi 150 wesayîtên zirxî leşker hatin bicîhkirin.
Hat ragihandin ku, bi helîkopteran jî gelek leşker û tîmên tevgera taybet  li çiyayê Katoyê hatin bicîhkirin. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku ev 3 rojin gelek balafirên şer û helîkopter jî li ser çiyayê Katoyê difirin, li gelek aliyên herêmê leşker hatine bicîhkirin û amadekariyên operasyoneke mezin dikin.
Li gorî agahiyan, leşkeran amûrên leşkerî belavî cerdevanan jî kiriye. Li bajaroka Mezra û Sineklî jî cerdewanan bi leşkeran re civînek çêkiriye û piştî civînê jî cerdevan ber bi herêmên bejahî ve birê ketine.

Ketin û derketina gundan hate qedexekirin

Ji aliyê din ve li navçeya Colemêrgê Şemzînanê jî qedexeya ketin û derketinê ya li ser gundan dewam dike.  Li gorî agahiyan 3 rojin leşkerên Qereqola Yeşîlovayê ketin û derketina gundên Serîkanî, Mîsekan, Nîhave, Navberojan û Îsyan yên girêdayî bajaroka Rûbarêkê qedexe kirin. Gundiyên ku dixwazin biçin gundên xwe li ber Qereqola Yeşîlovayê rêz bûn. Şêniyên gundan li dijî qedexeyê nerazîbûn nîşan dan û diyar kir ku, rayedarên qereqolê der barê qedexeyê de tu agahî nedane û ji bilî rewşeke lezgîn destûrê nadin tu kesên din ji gundan derbikevin.

ANF / BEHDÎNAN